Ji Ban Kî-Moon peyama Newrozê

Ji Ban Kî-Moon peyama Newrozê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon bi boneya Newrozê peyamek weşand û got: “Newroz ji karê ku welatan tîne ba hev, zêdetir tiştan dike. Newroz tîne bîra me ku divê em bi hezkirinê nêzî cîhana ku em parve dikin, bibin.”

Ban Kî-Moon Ban, bi boneya 21'ê Adarê Roja Newrozê ya Navnetewî peyamek weşand. Di peyama ku di malpera Neteweyên Yekbûyî de hate weşandin de hate diyarkirin ku, Newrozê di erdnîgariyek çandî ya gelek berfireh de îfadeya xwe girtiye û wiha hat gotin: “Pîrozbahî ji pêşbirkên hespan heta gulêşê û stranên bi zimanên cuda têne lidarxistin. Efsaneyên qralê Persî Cemşîd hene. Gel li ber deriyên malên xwe findan pê dixin. Peyama hevpar a vê riha Newrozê jî girîngiya hevkariya di nava mirovan de ye.”

Di peyamê de hate bibîrxistin ku, Newroz di nava lîsteya Mîrateya Çandî ya mirovahiyê ya UNESCO de hatiye bicîhkirin û wiha hate gotin: “Newroz ji karê ku welatan tîne ba hev, zêdetir tiştan dike. Newroz tîne bîra me ku divê em bi hezkirinê nêzî cîhana ku em parve dikin, bibin. Newroz bedewiya xwezayê û hatina buharê vedibêje. Newroz, nîşan dide ku mirov hawirdorê biparêzin.”

Di dawiya peyamê de ev tişt hatin gotin: “Ez hêviyên xwe yên herî baş ji kesên ku Newrozê pîroz dikin re pêşkêş dikim û hêvî dikim ku wê vê rojê ji bo nîşandana bedewiya xwezayê, hêviya ku buhar dide û hêza çandê ya avakirina aştiya çandê bikar bînin.”