Ji Awûstûryayê nerazîbûna li hember Erdogan dewam dike

Parlamenterê Awûstûryayî Jarolîm bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, nerazîbûnên hişk nîşanî Erdogan da.

Li Awûstûrya li hemberî dewleta Tirk nerazîbûnên ‘qetlîaman’ didome.

Parlamenterê Awûstûrya, Endamê Partiya Sosyal Demokrat Hannes Jarolîm li hember Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê ku talîmata êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê da nerazîbûn nîşan da. Jarolîm da xuyakirin ku Erdogan şermezar dike û ji bo protestokirinê jî ji Koma Dostaniyê ya ji parlamenterên Tirk û Avûstûryayî pêk tê veqetiyayî.

‘LI DIJÎ KURDAN ŞER DESTPÊ KIR; TÊKOŞÎNA DIJÎ DAIŞÊ ASTENG KIR’

Jarolîm diyar kir ku helwestên Erdogan û sekna wî ya li dijî Kurdan bi ti awayî têkîliyên xwe bi demokrasiyê re tineye. Jarolîm bi bîr xist ku yên li hember çeteyên DAIŞ’ê herî bi bandor şer dikin Kurd in, bal kişand ku ji milekî dewleta Tirk li hember Kurdan şerekî bi xwîn daye destpêkirin, li milê din jî li hember têkoşîna Kurdan a ji bo bêbandorkirina DAIŞ’ê dibe asteng.

Jarolîm got Erdogan ne layîqî serokkomartiyek wek welatekî Tirkiyeyê ye, nêzîkatiyên Erdogan ên li hember azadiya fikir, civîn û meşê bi bîr xist.

DERDORÊN AKADEMÎK JÎ NERAZÎ NE

Hejmarek li ser 400’î akademîsyenên Awûstûryayî û Swîsreyî, her wiha psîkologên Awûstûryayî û Yekîtiya Xwendekarên Avûstûrya jî di rojên bihurî de Erdogan şermezar kirin û piştgirî dabûn Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê. Bang li dewleta Tirk kiribûn ku demildest êrîşên li ser gelê Kurd bi dawî bike.

Her wiha dîsa siyasetmedarên li welat bal kişandibûn ser qetlîamên li Kurdistanê, bang li dewleta Tirk kiribûn.