Ji alîgirên Erdogan ên li Brukselê re hat gotin: Li mala xwe bin

Şaredarê komuna Schaerbeekê ya Brukselê Bernard Clerfayt, beriya serdana Erdogan bang li şêniyên komunê kir, ku li mala xwe bimînin. Xwepêşandana alîgirên Erdogan jî hate betalkirin.

Beriya civîna bilind a NATO'yê, dihat plankirin ku alîgirên Serokkkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di dema serdena Brukselê de xwepêşandanekê lidar bixin. Rayedarên Brukselê dest li vê planê werdan.

Alîgirên Erdogan dixwestin, êvara Çarşemê saet di 18:00 de li meydana Stephanîe li hev bicivin, ku otela Erdogan lê bimîne nêzî vê derê ye.

Rêxistina AKP'ê ya li Belçîkayê, di malpera xwe ya Facebookê de, tevî ku xwepêşandan hate qedexekirin jî bang kiribû, ku Erdogan weke 'lîderê cîhanê' bê pêşwazîkirin. Lê belê, ji ber ku rayedarên şaredariyê paş ve gav navêtin, AKP-Belçîkayê eşkere kir, ku wan xwepêşandan betal kirine.

Di dema kampanya referandûma 16'ê Nîsanê de, alîgirên AKP'ê ev dengdan weke şerê navbera 'heyv û xaçê' de bi nav kiribûn û afîşên bi vî rengî daliqandibûn.

Schaerbeek komuneke ku gelek Tirk lê dijîn. Şaredarê Schaerbeekê Bernard Clerfayt ji şêniyên komunê re got, "Bi rengekî bêedeng li mala xwe bimînin."

Clerfayt got, "Li navenda bajêr, li pêşiya otela Serokkomar Erdogan lidarxistina xwepêşandaneke nû, ne maqûl e."

Clerfayt anî ziman, ji ber civîna bilind a NATO'yê ji xwe wê hejmara polîsan gelekî zêde be û wiha dewam kir: "Polîsên li qadê wê her tim hişyar bin. Em pêşniyarê li şêniyên komunê dikin, ku bi bêdengî û rehetî li mala xwe bimînin."

Şaredarê Bajarê Brukselê Yvan Mayeûr jî beriya niha bi deh rojan eşkere kiribû, ku hemû xwepêşandanên alîgirên Erdogan wê bên qedexekirin. Piştî vê daxuyaniyê, Serokkomarê Tirk di asta heqaretê de nerazîbûn nîşanî Şaredar da bû.

Şaredarê komuna Saînt-Josse ya li herêma Brukselê neteweperestê Tirk ê ji partiya sosyalîst Emîr Kîr, piştî daxuyaniyên Mayeûr û Clerfayt hê bêdeng e.

HDK Belçîka û Platforma NA ya Belçîkayê jî dabûn xuyakirin, ku ew naxwazin dîktaor Erdogan bê Belçîkayê. Di daxuyaniyê de ji bo meşa 24'ê Gulanê ya "NA ji NATO û Trûmp re" banga tevlîbûnê hatibû kirin û hatibû gotin, ku di vê meşê de wê nerazîbûnê nîşanî Erdogan jî bidin.