Ji alîgirên DAIŞ’ê yên êrîşî çalakiya Kurdan kirin 2 birîndar bûn

Ji alîgirên DAIŞ’ê yên êrîşî çalakiya Kurdan kirin 2 birîndar bûn

Li paytexta herêma Vorarlberg a li rojhilatê Awusturya Bregenzê alîgirên çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çalakiya Kurdan a ji bo Kobanê kirin û di encamê de du alîgirên DAIŞ’ê bi giranî birîndar bûn.

Çalakiya Kurdan a bi armanca piştgiriya bi Kobanê re navenda bajarê Bregenzê hate lidarxistin û nêzî 700 kes tevlî bûn. Nêzî 50 alîgirên DAIŞ’ê êrîşî çalakiya Kurdan kirin. Ciwanên Kurd bersiv dan êrîşa çeteyan û di encam de 2 alîgirên DAIŞ’ê bi giranî birîndar bûn.