Ji akademîsyenan danezaneke nû: Rejîma Erdogan nabe ku bi hincetan Kurdan bikuje!

Akademîsyenên ku li dijî êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP'ê danezana bi serenavê "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" weşandin û bûn hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, danezaneke nû amade kirin.

Akademîsyenên bûn hedefa Erdogan, danezaneke nû weşandin. Di danezanê de hat destnîşankirin, ku xendek ne 'sedem' e, xendek 'encam' e û hat gotin, "Nabe ku rejîma Erdogan vê yekê ji xwe re bike hincet û welatiyên Kurd bikuje, cenazeyan li pişt maşînên zirxî girê bide û bi erdê re kaş bike, nabe ku bajarên Kurdan hilweşîne."

Akademîsyenên ku li dijî êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP'ê danezana bi serenavê "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" weşandin û bûn hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, danezaneke nû amade kirin.

Danezana nû ya ji 4 xalan, ku ji aliyê Hewldana Azadî ji Ramanê re ya Enqereyê hat amadekirin û heman akademîsyenan mora xwe danîn binî, di bernameya radyoyekê de ji aliyê Prof. Dr. Baskin Oran ve hat aşkerekirin.

Akademîsyenan di danezanê de bal kişandin ser 12'ê Îlonê û nerazîbûneke tund nîşanî Serokkomar Erdogan dan.

DANEZAN

Danezana ji 4 xalan bi vî rengî ye:

"1-Rejîma Erdogan, bi hinceta tevlîheviya ku bi xwe afirandiye re, nikare zexta ne kêmî 12'ê Îlonê li akademîsyenên xwedî nêrînên li derveyî îdeolojiya fermî û tevahiya gelê Tirk bike.

2-Xendek û bend ne sedema tevlîheviya roja îro ne. Encama bicihneanîna sozên di sala 1919'an de ji Kurdan re hatiye dayîn, şikestina ji ber qelibandina maseya muzakereyê û zexta li ser serê Kurdan ti carî kêm nebûye.

3-Rejîma Erdogan nabe ku van ji xwe re bike hincet û welatiyên Kurd bikuje, zilmê li wan bike, rûmeta wan binpê bike, cenazeyên wan li pişt maşînên zirxî girê bide û bi erdê re kaş bike û bajarên wan hilweşîne.

4- PKK jî, nabe ku di têkoşîna xwe ya li hemberî polîtîkaya tinekirina Kurdan de ber bi şîdeta kor ve biçe, nabe ku zerarê bide sivîlan, nabe ku gelê xwe bêçare bihêle û firsendê bide desthilatdariyê ku hîn bêhtir zextê bike."

Prof. Dr. Oran piştî ku danezan aşkere kir got, "Wê rojê sebra me fûriya bû, bêyî ku li encamên wê bifikirin me danezana rewşenbîran dan. Îro jî Erdogan sebra me difûrîne."

'ERDOGAN 160 SIVÎLAN ÇAWA DIBÎNE?'

Ji bo gotina Erdogan a 'Hûn Mevlude Îrem Çîftçî ya li Çinarê mir çawa dibînin?' Prof. Dr. Baskin Oran ev bersiv da: "Birêz Serokkomar 160 sivîlên heta niha hatine kuştin çawa dibîne? Wan nivîsên li dîwaran hatine nivîsandin çawa dibîne? Gelo ew nivîs bêyî haya Erdogan jê hebe hatin nivîsandin? Kaşkirina cenazeyan li pişt maşîna zirxî ji aliyê Serokkomar ve çawa tê dîtin?"