Ji Îtaliyan ji bo CPT’yê nameyên ‘Ocalan’
Li ser fikar û metirsiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îtalî jî ketin nava tevgerê.
Li ser fikar û metirsiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îtalî jî ketin nava tevgerê.
Nûerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Îtalyayê, di serî de hiqûqnas û akademîsyen û gelek derdorên din ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo CPT’ê bi sedan name şandin.
‘DIVÊ BI LEZGÎN CPT BIÇE ÎMRALIYÊ’
Serokê Şaredariya Napolî Lûîgî Demagîstrîs name ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Êşekence ya Konseya Ewropa (CPT) yê nivîsand, bal kişand ser fikarên gelê Kurd ên di derbarê jiyaan Ocalan de.
Demagîstrîs di nameya şandî ji bo CPT’yê de ev tişt got: “Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê û hevdîtinekê pêk bîne. Ocalan ev 18 sal in di nav vê rewşê de ye. Têkildarî tenduristiya wî fikarên me yên cidî hene. Di vê mijarê de li benda bersivê ne.”
Serokê Şaredariya Rîace Domenîco Lûano jî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
‘OCALAN VÎNA MILYONANE’
Di sedan nameyên ji bo CPT’yê hatin şandin de jî, daxwaza hate kirin ku divê bi lezgîn malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Di nameyan de hate destnîşankirin ku Ocalan yekane lîderê çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Di nameyan de ev tişt hate gotin: “Ne ewlebûna wî dibe sedemê kûrtir bûna şer.” Nameyan de hate bibîrxistin ku divê CPT erka xwe bi cih bîne û hate destnîşankirin ku Ocalan vîna milyonane.
ŞÊWKAR FORÛNA: OCALAN ROJA GEL E
Yek ji kesên ku name ji bo CPT’yê şandî şêwekarê Îtalî Rîccardo Fortûna ye û got: “Ocalan roja Kurdane, ji bo hemû gelan bûye hêvî.
Fortûna destnîşan kir ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê aktorekî girîng e.