Ji Çiyayên Kazê silav ji Heskîf û Mûnzûrê re hate şandin

Çalakgerên Çiyayên Kazê, silav ji Heskîf û Mûnzûrê re şandin.

Li Çiyayên Kazê ya li Çanakkaleyê ya ku hewl tê dayîn kana zêr were vekirin, şêniyên herêmê û parêzvanên xwezayê Nobeta Av û Wijdanê dabûn destpêkirin. Nobet di roja 46’an de didome.

Her roj bi dehan kes diçin serdana çalakiyê. Îro jî xebatkarên navenda KESK’ê çûn serdana çalakgeran.

Li qada nobetê pankarta ‘Silav ji Mûnzûr û Heskîfê re’ hate daliqandin.

Çalakger piştre bi qasî 2 kîlometreyan meşiyan û pankarta ‘Çiyayên Kazê, Mûnzûr, Salda, ODTU, Fatsa, Cerattepe em mil bidin hev’ hate hilgirtin.

Çalakger çûn ber deriyê şantiyeyê û şîrketa lêgerîna kanê Alamos Gold û Wezareta Çandinî û Daristanê protesto kirin.

Çalakgeran piştî ku çalakiya xwe ya li vê derê dîsa vegeriyan qada nobetê.