Ji 70 binçavkiriyên li Îzmîrê navên 37'an diyar bûn

Ji 70 binçavkiriyên li Îzmîrê navên 37'an diyar bûn

Bi armanca piştgiriya berxwedana Parqa Geziyê, konên li Qada Gundogdû ya Îzmîr hatibûn vedan li êrişa polêsan rast hatin. Di encama destwerdanê de 70 kes hatin binçavkirin, 2 kes jî ji aliyê polêsên sivîl ve hatin revandin.

Polêsan, îro danê sibê saet li dora 06.30 de dor li konên li Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi piştgiriya berxwedana Taksîmê hatibûn vedan, girtin. Li gel astengiya girseya gel jî, polêsan dest danîn ser konên li qadê û li gorî lîsteya di dest de dest bi binçavkirinan kirin. 70 kes ji aliyê polêsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Hat ragihandin ji binçavkiriyan 2 jê birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê û 2 kes jî ji aliyê polêsên sivîl ve hatine revandin.

Navên çend ji binçavkiriyan ên hatin zanîn weha ne: 
"Ali Aktaş, Zeki Mert Kale, Metehan Erdoğan, Sercan Üstündağ, Ali Hizmetli, Elif Kaya, Deniz Dilli, Çağlar Korkut, Selçuk Koçaş, Seda Baykan, İzzet Uysal, Zeki Savaş, Efe Özcan, Vedat Yenci, Aykut Kurt, Mustafa Ali Tombul, Ozan Karaçanta, Oğuzcan Demirören, Selçuk Koçak, Dilek Keskin, Cem Barış Çakıl, Mehmet Yunus Kızıltaş, Akın Aktaş, Emine Burcu Eker, Zeynal Tabas, Gamze Balcu, Keziban Doğan, Ali Hizmetçi, Ulaş Tatlıdil, Cem Ali Ulu, Cihan Kızıltan, Doğu Cem Gümüş, Oğulcan Ilgaz, Ali Hüseyin Arıcı, Deste İpekli, Mert Güngören, Mehmet Barışcan Yalçın"

Baroya Îzmîrê ji bo binçavkiriyan alîkariya huqûqî dide û êrişa polêsan bi çalakiyek li ber Sumerbank a berê ya li Konakê hat şermezarkirin.