Ji 37 parlamenteran ji bo Ecevît Pîroglû banga lezgîn

37 parlementeran bang li Sirbîstanê kirin ku Ecevît Pîroglû tavilê were berdan ku Pîroglû di greva birçîbûnê de ye.

Ecevît Pîroglû ev 59 roj in di greva birçîbûnê de ye ku Pîroglû ev 34 meh in li Sirbîstanê rehîn tê girtin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bang li hikûmeta Sirbîstanê kirin ku Pîroglû tavilê were berdan. 37 parlementeran ku di nav de endamên Koma Dostaniya Parlamentoyên Tirkiye û Sirbistanê jî cih digirin, hene deklarasyonek îmze kirin û ragihandin Balyozxaneya Sirbistanê ya li Tirkiyeyê.

Di deklarasyonê de ev yek hatin gotin:

‘’Ji hikûmeta Sirbîstanê re ‘banga lezgîn e’ ku Ecevît Pîroglû ev 34 meh in li welatê we tê girtin.  Em hîn bûn Ecevît Pîroglû di 12'yê Sibata 2024'an de cara duyem dest bi greva birçîbûnê kiriye û rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e û bi talûkeya mirinê re rû bi rû ye.

Tevî ku hikûmet û darazê we daxwaza Tirkiyeyê ya  radestkirina Pîroglûyî red kiriye û daraza we ku ji aliyê dadgeha Sirbîstanê ve cezayê wî girtîgehê di 12’yê Çileya 2024’an ji holê rakiriye jî egera serbestbernedana Ecevît Pîroglûyî çi ye?Çima mafê Piroglûyî yê ku bi awayekî fermî dikare ji welatê we derkeve, ku egereke peymana navneteweyî ye û dewleta we jî girêdayî wê ye, tê asteng kirin? Du biryarên cuda yên ku ji aliyê Wezareta we ya Karên Hundirîn hatine weşandin hene. Gelo di encama nakokiya van her du biryaran, sedema dîlgirtina Pîroglûyî ku ev yek kiryareke dermirovî ye, mijara danûstandineke siyasî ya di navbera hikûmeta we û dewleta Tirkiyeyê de ye? Bi protokolên tenduristiyê, kontrolên tenduristiyê yên ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de, hatine  diyarkirin. Tevî van sedem çi ye ku dewleta we kontrola tenduristiya Pîroglûyî nake?

Em jî weke partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ku nûnertiya bi milyonan kesên li Tirkiyeyê dikin, vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û we hişyar dikin. Hewce ye tavilê daxwazên Pîroglûyî werin qebûlkirin ku Pîroglû weke şoreşgerekî enternasyonalîst bi berxwedana Gezî û têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê weke pêşengekî tê naskirin. Em bi awayekî eşkere dikin ku di çarçoveya van daxwazan de ger ji aliyê hikûmeta we ve gavên erênî neyên avêtin, em ê hikûme we li pêşiya civaka navneteweyî berpirsyar bigirin. Ji bo ku Pîroglû dawî li greva xwe ya birçîbûnê bîne, dawî li rehîngirtina wî ya derqanûnî bînin û mafê wî yê derketina ji welatê we asteng nekin!’’

Parlamenterên ku deklarasyon îmze kirine ev in:

Bûrcûgul Çûbûk, Adalet Kaya, Ali Bozan, Ayten Kordû, Berîtan Guneş Altin, Celal Firat, Cengîz Çîçek, Çîçek Otlû, Erkan Baş, George Aslan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Halîde Turkoglu, Huseyîn Olan, Îbrahîm Akin, Îskender Bayhan, Kezban Konûkçû, Mahmût Dîndar, Mehmet Ruştu Tîryakî, Mehmet Zekî Îrmez, Nejla Demîr, Nevroz Ûysal Aslan, Perîhan Koca, Omer Farûk Hulakû, Omer Ocalan, Onur Duşunmez, Ozgul Sakî, Sabahat Erdogan Saritaş, Salîha Aydenîz, Semra Çaglar Gokalp, Serhat Eren, Sevda Karaca, Sevîlay Çelenk, Sumeyye Boz, Vezîr Parlak, Yilmaz Hûn û Zulkuf Uçar.”