Ji 20 cebilxaneyên kîmyawî yên Sûriyeyê 11 hatin lêkolînkirin
Ji 20 cebilxaneyên kîmyawî yên Sûriyeyê 11 hatin lêkolînkirin
Ji 20 cebilxaneyên kîmyawî yên Sûriyeyê 11 hatin lêkolînkirin
Nîvê cebilxaneyên kîmyayê yên Sûriyeyê hatin kontrolkirin. Daxuyaniya ku ji aliyê saziya berpirsa lêkolînkirina cebilxaneyên li Sûriyeyê diyar kir ku çekên kîmyawî yên hatine diyar kirin heya Adara 2014’ê pêwiste bêne tinekirin.
Ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Şêwirmendê Sûriyeyê Malik Ellahî got: “ Cebilxaneyên ku hatine diyar kirin gelek nemane, me hemû kontrol kirine.” Ellahî diyar kir ku cara yekeme li welatekî di rewşa şer de ev xebat tê meşandin. Ellahî anî ziman ku ewlehiya ekîbê hînê pirsgirêkek cidî ye.
Ellahî bi bîr xist ku êrişên întiharî yên di demên dawî de li Şamê çêbûyîn her sê jî li nêzî otêlên ku lêkolînvan lê dimînin pêk hatine. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku hefteya derbasbûyî Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt diyar kir ku 11 cebilxane lêkolîn kirine û 6 cebilxaneyên çêkirina çekên kîmyewî jî tine kirine. Lêkolînvan niha li ser 20 lîsteyên rayedarên Sûriyeyê dane dixebitin.
Ji 1’ê Cotmehê û vir ve 60 xebatkarên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê ne.