Ji 121 akademîsyenên li Enqereyê re lêpirsîna ‘Aştiyê’

Rektoriya Zanîngeha Enqereyê, di der heqê akademîsyenên li hember êrîşên AKP’ê yên qirkirinê yên li ser Kurdan bertek nîşan dan û aştî xwestin, lêpirsîna disiplînê da destpêkirin.

Zextên li hember ‘Akademîsyenên Ji bo Aştiyê’ yên ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kir hedef didomin.

Der heqê 121 akademîsyenên li Fakulteya Zanistên Sosyal, Fakulteya Peywendiyan û Fakulteya Erdnîgariya Dîrok û Ziman a Zanîngah Enqereyê erkdar bûn, bi hinceta ku belavoka aştiyê îmze kirine lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin.

Di teblîgata ku ji bo akademîsyenan hatin şandin de wiha hat gotin: “ Bi fermana lêpirsîna jimara 2923 û dîroka 19/01/2016’an de bi şopandina Rektoriya Zanîngaha Enqereyê û bi jimara 1555 û dîroka 13/01/2016’an de bi Wezareta Saziya Zanîngehê ve, têkildarî belavoka hatî îmzekirin di derbarê we de, bi jimara 2547, benda (a) bi madeya 53. a Saziya Zanîngehê û madeyên din ên ku ji derveyî xususên disiplînê, hukmên têkildarî disiplînê yên Saziya Memûrên Dewletê ya jimara 657’an, Rêveberên Saziya Zanîngehê têkildarî her du qanûnên biryarên neteweyî, Endamên Mamosta û Memûran bi hişyarkirina Disiplînê lêpirsîn hatiye destpêkirin.”