Jacques Fontaine: Haveynê azadiyê yê Ocalan girt

Jacques Fontaine: Haveynê azadiyê yê Ocalan girt

 

Li Fransayê konferansek têkildarî berxwedana bêhempa ya Kobanê ku 55 roj in berdewam dike, hate lidarxistin. Malovaniya konferansê  ji aliyê Şaredariya Audicourt ku şaredarê wê senator Martial Bourquin  ve hate kirin, berxwedana Kobanê mohra xwe li Konferansa Rojhilata Navîn xist.

Beşdarên konferansê diyar kirin ku berxwedana Kobanê tê wateya “Şerê azadiyê yê hemû cîhanê” û bal kişandin ser rola girîng a PKK û YPG’ê.

Konferansa Rojhilata Navîn a bi malovaniya şaredariya navçeya Audincourt a bajarê Montbéliard hate lidarxistin. Şaredarê Audicourt û senatorê ji Partiya Sosyalîst (PS), Martial Bourquin, Profesorê dîroka Rojhilata Navîn Jaques Fortaine, nûnerê PYD’ê yê Fransa Xalid Îsa, endamê Meclîsa Şaredariya Audincortê Kamal Rebia û xebatkarên Kurd ên şaredariyê Halîme-Salmî Askin weke axaftvan tevlî konferansê bûn. Konferans ji aliyê nêzî sed Kurd û Fransiyan ve hate şopandin. Her wiha milîtanên rêxistina çep a Fransayê eleqeyek xurt nîşanî konferansê dan.

Senator û Şaredar Matial Bourquin axaftinê vekir, li nûnerê PYD’ê yê Parîsê Xalid Îsa vegeriya û got: “Beriya her tiştî ez dixwazin silavên xwe ji Kobanê û berxwedêrên li wir re bişînim”.  Bouquin bi awayekî kurt rewşa Rojhilata Navîn û bi taybet jî Kobanê bi bîr xist û diyar kir ku YPG têkoşîneke bi wate ya ji bo azadiyê dimeşîne.

Di beşa têkildarî Kurdistanê de Profesorê Zanîngeha Franche-Comté  Jacques Fontaine jî der barê dîroka Kurdistanê, jeopolîtîk û jeostratîk de axivî. Fontaine bi bîr xist ku Kurdistan bi destê welatên Rojavayî bi peymanên Syces-Picot û Lozanê hatiye parçekirin.

‘HAVEYNÊ AZADIYÊ YÊ OCALAN GIRT

Jacqoues Fontaine bal kişand ser berdewamiya lêgerîna azadiyê ya Kurdan û gelek serhildanên Kurdan weke mînak nîşan da. Fontaine bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya Kurdan ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan û PKK’ê pêş ket û diyar kir ku ev têkoşîn ne tenê têkoşîna Kurdan e, têkoşîna hevgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn e.

Jacques Fontaine got: “Haveynê azadiyê yê Ocalan girt” û  di axaftina xwe de cihekî berfireh da berxwedana li Kobanê û tevahiya Rojhilata Navîn. Fontaine got: “Ne PKK û ne jî YPG terorîst e” û gotin û daxuyaniyên dewleta Tirk ên li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan rexne kir.

Fontaine got: “PKK an jî YPG ne terorîst in, ên li dijî wan dikin terorîst in.DAIŞ di roja me ya îro de yek ji belayên herî mezin ên cîhanê ye.”

XALID ÎSA: DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ ZÊDETIR DESTEKÊ BIDE

Nûnerê PYD’ê yê Fransayê Xalid Îsa jî têkildarî rewşa dawî ya Rojava û Kobanê agahî da beşdarên konferansê. Îsa destnîşan kir ku her çendî çekên giran di destê çeteyên paşverû yên DAIŞ’ê de ne, lê heta niha nikarin Kobanê bixin, sedema vê yekê jî fedayiyên YPG û YPJ’ê ne û got: “Kobanê banga berxwedanê ya li dijî zilmê ye.”

Îsa di serî de bang li Fransa û hemû raya giştî ya cîhanê kir ku desteke xurtir û mezintir a siyasî û leşkerî bidin Kobanê û Rojava. Îsa bang li Serokkomarê Fransa François Hollande jî kir ku bi awayekî zêdetir destekê bide Kurdên li dijî zilma DAIŞ’ê li ber xwe didin.

SENATOR BOURQUIN: KOBANÊ BAJARÊ ME YÊ BIRA YE

Senatorê departmana Doubsê Martial Bourquin ku di heman demê de şaredarê Audincourtê ye careke din mafê axaftinê girt û da zanîn ku ew ê di asta hikûmetê ji bo alîkariyê bidin Kobanê û Rojava di asta hikûmet û parlamentoya Fransayê de bikevin nava hewldanan. Bourquin berxwedana YPG’ê û YPG’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê silav kir.

Senatorê Fransî diyar kir ku her çendî bi awayekî sembolîk be jî Kobanê û Audincourt du bajarên bira ne.