Ivan Marquez: Peymana aştiyeke xerab ji şer xerabtir e
Ivan Marquez: Peymana aştiyeke xerab ji şer xerabtir e
Ivan Marquez: Peymana aştiyeke xerab ji şer xerabtir e
Ivan Marquez muzakerevanê sereke yê FARC’ê ku bi hukûmeta Kolombiyayê re hevdîtinên aştiyê bi rê ve dibe, destnîşan kir ku kêm maye şerê 50 salî bi dawî bibe û da xuyakirin ku mimkun e heta meha Mijdarê lihevkirin çêbibe. Marquez di heman demê de got ku ji bo aştî bi cih bibe pêwîstî bi zeman heye û wiha got, “Peymana aştiyeke xerab ji şer xerabtir e.”
Hevdîtinên aştiyê yên di navbera hukûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiya (FARC)’ê de yên di meha Çileyê de li Oslo destpê kirin û li Kubayê tên berdewamkirin didomin.
Di muzakereyên ku li ser esasê 6 serenavan tên birêvebirin de heta niha di mijara reforma axê de ku lihevkirin çêbûye, di mijarên wek tevlîbîna siyasî, bêçekbûyîn, narkotîk, mafê kesên bûne qurban û pêkanîna peymana aştiyê de muzakere berdewam dikin.
‘JI BO AŞTÎ BI CIH BIBE WEXT PÊWÎST E’
Marquez, got, "Mimkun e heta meha mijdarê lihevkirin çêbibe. Lê ji bo aştî bi cih bibe wext pêwîst e. Peymana aştiyeke xerab ji şer xerabtir e."
‘ŞER NE BÊDAWÎ NE’
Marquez, destnîşan kir ku ji bo hevdîtinên aştiyê ji tecrûbe û ezmûnên ÎRA’yê feyde dîtine û got, “Şer ne bêdawî ne.”
Li Kolombiyayê di salên 1960’an de ji ber ku dewlet û axayan dest danîn ser axa gundiyan FARC’ê dest bi têkoşîna çekdarî kir. Di şerên ku ji 50 salî zêdetir e berdewam dike de nêzî 600 hezar mirovî jiyana xwe ji dest da, 3 milyon mirov ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin.