Îtlaata Îranê dixwaze welatî bi çavê dijminane li hev binêrin

Îtlaata Îranê dixwaze welatî bi çavê dijminane li hev binêrin

Wezareta Îtlaata Îranê, di bin navê parastina civaka Îranê de belgenameyek weşand û bi hin destûr û qanûnan jiyan li civakê teng kir. Di belgeya mijara gotinê de ji herkesî tê xwestin ku bi çavekî dijminane û bêbawerî li hev binêrin.

NABE KU LI CIHÊ KOMÎ NÎQAŞ BÊN KIRIN

Di belavokê de Wezareta Îtlaata Îranê (Saziya Îstîxbaratê ya Îranê) ji bo gelê Îranê radigehîne ku: “ Nabe  ku li cihên komî li gel yêktir, derdora xwe yan jî komên mezin de nîqaş bêne kirin û pêwiste kes li gel derdora xwe ne axive. Di agahdarnameyê de nehatiye diyarkirin ka nîqaş li ser çi neyê kirin. Di fermannameyê de tê gotin, her kes li karê xwe berpirsiyarin û li gel karên derdorê xwe jî agahdar bin û ew jê berpirsiyarin di heman demê de. Pêwiste pergalên teknîkî li gel wan bêne dîtin.” 

Di agahdarnameyê de hemû welatiyên biyanî weke ajan tên destnîşankirin û ji welatiyan tê xwestin ku bi ti awayî bi biyaniyan re ewle nebin. Di vê mijarê de weha tê gotin: "Pêwîste karên hundur neçin ji derve re û kesên biyanî her demê bi çavekî lê guman bêne temaşekirin. Ji ber hemû karên nav welêt bi rêya wan diçe derve û pêwiste hemwelatiyên hindir jî li gel wane peywendî nekin. Her wiha ew kesên ku li gel wane jî peywendî biken bi karê ajanî wê têbe sizakirin."

PÊWÎSTE WELATÎ XWE JI ÎNTERNETÊ BIPARÊZIN

Xaleke din a di belavokê hatiye ragihandin ewe ku welatî xwe ji înternetê dûr bigirin. Di vê derbarê de tê gotin, "Divê di înternetê de navnîşanên rast neyên bikaranîn. Înternetê ne bin malan. Ji telefonên li ser înternetê dûr bi sekinin. Bi telefonan înternet bi kar neynîn. Hemû karên kesî li ser înternetê cezane. Di karên herî pêwist de înternet nabe bête bi karanîn."

Wekî din tê xwestin ku li ser rêyan navnîşan an jî cih neyên pirsîn û tê gotin, "Her di cihên xwarin, restorantan û qehwan de ne li gel kesên biyanî xwarin bixwen û ne jî ne çine ew cihên ku kesên biyanî lê hene. Pêwîste ew kesên li ser cadan û kolanan navnîşan jê neyêne pirsîn û ji kesê re jî ne bejin."

Ev yêk jî wêna dide diyarkirin ku pêwiste li pêşberî hemû kesî şik û gûman hebin. Pêwiste bê bawerî, dû dilî û bi çavekî sûç li hevdû temaşe bikin ku ev jî dibe sedema dorûstkirina bê bawerî û bê aramiya di civakê de çêbibe. 

Hêjay gotinê ye ku piştî hilbijartina serokê nû yê parastin û asayîşê li  Îranê Hesen Rohanî, ev şert û mercên li ser gel hatine ferizkirin. Herwiha mafê azadiya gel bi sinûrkirin û di bin navê parastinê de bi temamî li ser gel bê bawerî û zêdekirina pirsgirêkan rê vedike.