Îtîraza Dozgeriyê ya têkildarî Piştevaniya Taksîmê hate red kirin
Îtîraza Dozgeriyê ya têkildarî Piştevaniya Taksîmê hate red kirin
Îtîraza Dozgeriyê ya têkildarî Piştevaniya Taksîmê hate red kirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku serbest berdana 12 kesên di nav de endamên Piştevaniya Taksîmê jî hene îtîraz kiribû, îtîraz hate redkirin.
Piştî ku 12 kesên di nav de endamên Piştevaniya Taksîmê jî di nav de, bihinceta ku tevlî bûyerên Parka Gezî bûne û bi daxwaza girtinê veguhestibûn dadgehê, her wiha ji aliyê dadgehê ve serbet hatibûn berdan Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îtîraza serbest berdanê kir. 46’mîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê jî derbarê îtîrazê de biryar da.
Dadgehê daxwaza girtina 12 kesên di nav de Sekretera Giştî ya Şaxa Stenbolê ya Odeyên Mîmaran û Sekreterya Piştevaniya Taksîmê Mucella Yapici û Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîbên Stenbolê Elî Çerkezoglû heyî redkir.
Dadgehê di biryara xwe ya redê de “rewşa delîlên heyî nehatiye guhertin” weke hincet nîşan da.
50 kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, 12’ê Tîrmehê anîbûn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û îfade dabûn 3 dozgeran. Di encama îfade danê de 38 kes serbest hatibûn berdan 12 kes jî bidaxwaza girtinê veguhestibûn dadgehê. Dadgehê jî biryara serbest berdana 12 kesan dabû.