Îstixbarata Iraqê planên El Nûsra yên li dijî NY kifş kir
Îstixbarata Iraqê planên El Nûsra yên li dijî NY kifş kir
Îstixbarata Iraqê planên El Nûsra yên li dijî NY kifş kir
Îstixbarat Iraqê da xuyakirin ku wan planên Eniya El Nûsra yên ji bo revandina wezîfedarên Neteweyen Yekbûyî (NY) bi dest xistine.
Artêşa Iraqê di 25'ê Kanûnê de li sînorê Sûriyeyê li dijî El Qaîdeyê dest bi operasyonên girîng kir. Hat ragihandin ku di operasyonan de du kampên El Qaîdeyê ji holê hatine rakirin. Tê texmînkirin ku hînê li ser sînorê Sûriyeyê bi giştî 11 kampên El Qaîdeyê hene.
Li Iraqê di demên dawî de êrîşên El Qaîdeyê zêde bûn vê yekê rê li ber fikaran vekiribû ku pevçûna mezhebî ji nû ve rû bide. Di bûyerên tundiyê yên ji destpêka vê salê ve rû dane de 7 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi tenê di meha Cotmehê de nêzî hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Îstixbaratê ya Iraqê diyar kir ku di operasyonan de nivîsên lîderên El Qaîdeyê hatine bidestxistin. Rêxistina îstixbaratê ev nivîsên mijara gotinê ji medya navneteweyî re şand û diyar kir ku li gel nivîsan wan cara yekemîn wêneyê lîderê Eniya Nûsra Abû Mûhammed el Golanî bi dest xistine.
Li gorı gotinên wezîfedarekî îstixbaratê yê nexwest navê xwe aşkera bike da xuyakirin ku piştî çend endamên El Qaîdeyê zevt kirin, ev nivîsên lîderên wan bidest xistine.
Li gorî nîvîsa lîderê Eniya El Nûsra, çend wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) demekê hatin şopandin û revandina wan hat plankirin. Berdevkên Îstixbarata Iraqê her wiha planên revandin û kuştina hin biyaniyan, ku di nava van de Sûriyeyî û Iraqî jî hene, kifş kirin.