Îstifaya pêncem ji İdrîs Naîm Şahîn hat
Îstifaya pêncem ji İdrîs Naîm Şahîn hat
Îstifaya pêncem ji İdrîs Naîm Şahîn hat
Piştî ku 3 wezîrên hikûmeta AKP’ê û Hakan Şûkûr îstifa kirin, vê carê jî wezîrê berê yê karên hindir İdrîs Naîm Şahîn ji partiya xwe îstifa kir.
Yek ji wezîrên karên hindir yêku herî liser dihat axaftin, parlementerê AKP’ê yê Orduyê İdrîs Naîm Şahîn îro ji partiya xwe îstifa kir.
İdrîs Naîm Şahîn ku di 2002 û 2007’an de li Stenbolê ji bo parlementeriyê hat hilbijartin û çû meclîsê, di hilbijartina dawî de ji bajarê Ordu yê ji bo parlementeriyê hat hilbijartin. Şahîn di hîkûmeta 61.de wekî wezîrê karên hindir hate erkdarkirin. Di 24’ê Çile 2013’an de ji aliyê serokwezîr ve ji erkê wî hate dûrxistin û li cihê wî parlementerê Mêrdînê yê AKP’yî Muamer Gûler hatibû erkdar kirin.
Îstifaya Şahîn piştî ya 3 wezîran hat. Piştî ku wezîrê Ekonomî Zafer Çaglayan, wezîrê karên hindir Muamer Gûler û wezîrê karûbarên hawirdorê Erdogan Bayraktar îro îstifaya xwe pêşkêş kirin. Bayraktar diyar kir ku, pilana avadana dosyaya lêpirsînê bi pesendkirina Serokwezîr Erdogan pêkhatiye û wiha got: "Pêwîste Serokwezîr îstîfa bike."
Di 16’ê Kanûnê de jî parlementerê AKP’ê yê Stenbolê Hakan Şûkûr ji AKP’ê îstifa kiribû.