Îsraîl dê 80 girtiyên Filistînê serbest berde
Îsraîl dê 80 girtiyên Filistînê serbest berde
Îsraîl dê 80 girtiyên Filistînê serbest berde
Rayedarekî Îsraîlî da diyarkirin ku, dibe di navbera Îsraîl û Filistînê de hevdîtinên aştiyê çêbibin û aşkera kir ku, 80 girtiyên siyasî ên demek dirêje girtîne dê serbest berdin.
Rayedar balkişand ku, 80 kesên bêne berdan girtiyên siyasî ne ku demek dirêje girtîne. Rayedar da zanîn ku, bi serbest berdana girtiyên Filistînî dê hevdîtinên aştiyê jî destpê bikin.
Rayedarê ku daxuyanî da AFP’ê û nexwest navê xwe aşkera bike got; “Girtiyên serbest bêne berdan, kesên ku di sala 1993’an de beriya hevdîtinên Oslo hatine girtinin.”
Çapemeniya Îsraîlê jî dinivîse ku “Serokwezîr Benjamîn Netanyahu dê vê pêşniyarê di rojên pêş de pêşkêşî hikumetê bike.” Pêşniyar pêşkêşkirina hikumetê jî dê beriya hevdîtina Muzekeravanê Filistînê Saeb Erakat û hempîşeyê wî yê Îsraîlî, Wezîrê Edaletê yê Îsraîlê Tzîpî Lîvnî û peywirdarê taybet yê Netanyahû Îsak Molcho dê pêk bê.
Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA)’yê John Kerry ku cara 6’mîne serdana Rojhilata Navîn dike, roja Înê aşkera kiribû ku, ji bo hevdîtina navbera aliyan de bingeh avakirine. Nêzî 3 sale hevdîtinên di navbera Îsraîl û Filistînê de rawestiya ne. Lê belê di prensîbên hevpeymaniyê de zelalbûnek jî tune ye.
Radyoya Îsraîlê jî aşkera kir ku, hevdîtina di navbera rayedarên Îsraîl û Filistînê de, dê di heftiya pêş me de li paytextê DYA Washîngtonê pêk bê.
Rayedarê Îsraîlî ku agahî dan AFP’ê di derbarê dîroka hevdîtinê de diyarkir ku, dîroke nehatiye zelal kirin.
Li gorî rêxistina mafê mirovan ya B’Tselem, li girtîgehên Îsraîlê 4713 girtiyên Filistînî hene. Ji vana 169 girtî ji burokratanin. Li gorî vê prosedurê, girtî bêy ku bêne sûcdarkirin dikarin 6 mehan girtî bimînin, ev prosedru jî bi awayek sererast tê nû kirin.