Rewşenbîr û akademîsyenê Kurd Îsmet Şerîf Vanli ku sala borî jiyana xwe ji dest da, li Lozanê ku piraniya temenê xwe lê derbazkiribû hate bibîranîn.
Merasima bîranînê ya li Navenda Çanda Kurdistanê hate pêkanîn, heskiriyên Vanli, dost û Kurdên li Lozanê jiyana dikin tevlîbûn. Piştî ku, di kesayeta Vanli de ji bo bîranîna hemû şehîdên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek ya rêzgirtinê hate girtin, Serokê Meclisên Gelê Kurd yên Herêma Bernê Hanifî Ceylan axaftinek kurt kir û balkişande ser xizmetên rewşenbîr Vanli yên ji bo Kurdan kirine.
Piştî sînevîzyona Vanli û tekoşîna wî vegotin dike hatin pêşkêş kirin, li ser rewşenbirî û welatparêziya Kurd panel hate li darxistin. Weke axaftvan siyasetmedarê Kurd Sabrî Firat û Serokê Weqfa Îsmet Şerîf Vanli Ihsan Kurt tevlîbûn.
Kurt, çîrok û tekoşîna Vanli ku li taxa Kurdan ya li bajarê Şamê yê Sûriyeyê destpêkiriye vegot û hemû tevkariyên dane siyaseta Kurd bi mînakan aşkera kir.
Piştî Kurt, Firat jî balkişande ser rolê rewşenbîran yê di pêvajoyên şoreşan de û ji şoreşa Bolşevîk bigire heta hemû şoreşan rewşenbîran rolên krîtîk leyîstîne. Dema ku Firat rewşenbîrên Kurd vedigot, weke kesayet Vanli bi tekoşîn û sekna wî ya bi Tekoşîna Azadiyê re hate vegotin.
Piştî axaftinên hatine kirin, di qismê pirs û bersivan yê panelê de, ji nûnerên organîzasyonên Kurdan yên cûda jî tevlîbûn.