Işik: Li dijî Kurdan hiqûqa dijminane tê kirin
Parlementerê HDP’ê Mensûr Işik diyar kir ku bi qanûna înfazê re li dijî Kurdan hiqûqa dijminatiyê tê kirin.
Parlementerê HDP’ê Mensûr Işik diyar kir ku bi qanûna înfazê re li dijî Kurdan hiqûqa dijminatiyê tê kirin.
Parlementerê Mûşê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mensûr Işik derbarê pêşniyar qanûna înfazê ya li meclîsê berdewam dike axivî û got, “Hûn li dijî HDP’ê û Kurdan cezayê hiquqê yê dijminane bi rê ve dibin û rêvebirinê berdewam dikin.”
Işik da diyarkirin ev pakêt pakêtek bê wijdan û bê edalet e. Her wiha anî ziman ku bi vê pakêtê ew sozên ku dayîn hinek aligirên AKP’ê bi cîh tînin, “Sazkirin efûyek taybet e. Ev paket ji bo hûn wan ji girtîgehan derxînin û muxalîfan bihêlîn hundir de we derxist. Îro bi vê paketê, hûn dixwazin wan hundir de bihêlîn û hûnê bihêlîn jî. Lê bi mînak, kesên di hundir de ne ku sucên talanê kirin hûnê berdin. Hevalno ma sûcê talanê ne talûke ye? Hûn wê vana berdin ji derve lê belê wekû me gotî bi hezaran siyasetmedarên me, bi hezaran HDP’yî yên me, bi hezaran kesên ku raya xwe dayîn HDP’ê hûnê di girtîgahan de bihêlin, hûnê girtinê berdewam jî bikin ji ber ku hun li dijî HDP’ê û Kurdan sûcê hiquqa dijminane bi rê ve dibin û rêvebirinê berdewam dikin.
Işik da diyarkirin ku berpirsê mirinên li girtîgehan çêdibin desthilatdar in û wiha dewam kir: Bi wesîleya 100’emîn sala meclîsê, di vê demê de pêwîst e bi taybet girtiyên siyasî bê berdan lê belê ez we ji vê demê pir dûr dibînim. Dubare bibêjim: Her mirinên ji ber sedemên koronavîrûsê yên li girtîgehan çêbibin berpirsê wê hûn in.”