NÛ BÛ- Iraq û Tirkiye hevpar li ser sînor dest bi tedbîqatê kirin

Wezareta Parastina Iraqê ragihand ku ligel artêşa Tirk hevpar li ser sînor dest bi tedbîqatê kirine.

Wezareta Parastina Iraqê ragihand li gel artêşa Tirk hevpar li ser sînor dest bi tedbîqatê kirine.

Wezareta Parastina Iraqê ragihand li gel artêşa Tirk hevpar li ser sînor dest bi tedbîqatê kirine. Li gorî nûçeya Reûtersê ku weke nûçeya lezgîn derbas kirî, hat diyarkirin ku tebdîqat hatiye destpêkiri. Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin tedbîqata ku wê 8 rojan dewam bike wê ligel Iraqê dewam bikin, hat diyarkirin ku wê tedbîqat bigihînin asta sêyemîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku leşkerên Iraqê di saetên şevê de gihiştine Tirkiyeyê wiha hate gotin: “Di asta siyemîn a tedbîqata ji aliyê Hêzên Biçek ên Tirkyeyê ve ji 18’ê Îlona 2017’an ve li herêmên Silopya/Xabûr tê kirin,  wê 26’ê Îlonê ve destpê bike.  Pêngava vê tebdîqatê, îro di saetên şevê de wê li gel hêzên Biçek ên Iraqê yên hatin herêmê ve bi hevpar dewam bike.

Artêşa Tirk biriya niha li Deriyê Sînor ê Xabûr ê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê tedbîqat destpê kiribû.

Rejîma Îranê jî li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi tedbîqatê kiribû û duh şev herêmên Baleyekatî û Hacî Omeran ên Hewlêrê bi topan bombe kiribûn. Îro jî balafiên şer ên rejîma Îranê li ser gundên sînorên Rojhilat ve nimiz firiyabûn.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim îro di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Ji niha û şûnde em ê hê zêdetir rêveberiya navendî ya Îraqê muxatab bikgirin.”