Iraq dê 30 helîkopterên şer ji Rûsyayê werbigire
Iraq dê 30 helîkopterên şer ji Rûsyayê werbigire
Iraq dê 30 helîkopterên şer ji Rûsyayê werbigire
Rayedarekî payebilind yê Iraqê diyar kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê, ku li Bexda sala derbazbuyî li gel Rûsya ji bo kirîna çekan li hevhatinek kiribûn, niha jî Iraq dest bi wergirtina çekan ya ji Rûsyayê kiriye.
Berdevkê wezîrên Iraqê Elî Musewî di hevpeyvînekî li gel rojnameya Şerqilewsat de diyar kir ku, tevî nerazîbûnên sala derbasbuyî li ser lihevkirina Îraq û Rûsya ji bo kirîna çekan çêbûn jî, lê dîsan hikûmeta Iraqê biryara berdewam kirina hevpeymanê li ber çav re derbaz kir û biryara girtina çekan ji Rûsya qebûl kiriye.
Rayedarek paye bilind yê Iraqê jî diyar kiribû ku ew hevpeymana sala derbazbûyî dinavbera herdû welatan de bi bihayê 4 milyar û 300 milyon dolar wê çek bên wergirtin. Heman rayedar diyar kiriye ku hikûmeta Bexda dest bi kirîna van çekane ji Rûsya kiriye.
Elî Musewî di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Şerqilewsat de, bal kişandiye liser wê hevpeymanê û aşkere kiriye ku, Îraq wê 30 helîkopterên bi corê Mî-28 û Mî-42 ku di helîkopteran de sîstema fîzeyan jî heye wê werin wergirtin.
Musewî di berdewama hevpeyvînêde behsa kirina van helîkopterane dike û dibêje; kirîna van helîkopterane ji bo Îraqê gelek giringe, ji ber ku wê bivan çekane bikare derbên mezin li wan gurubên terorîst yên ku li Îraqê buyerên tundu tijiyê li dar dixin bidin.
Hêjayî gotinê ye ku, dema hate bihîstin wê hikÛmeta Herêma Kurdistan ji Rûsya hinek çek bikirin, hikûmeta navendî ya Bexda nerazîbûn li ser wê yekê anî ziman û hikûmeta Herêma Kurdistan bi derbazkirina zagonên bingehîn ya Iraqê sucdar kiribû.