Îranê 4 kesên din bi darve kir

Îranê 4 kesên din bi darve kir

Hêzên rejîma Îranê îro 4 kes bi hinceta destdirêjiyê li zindana navendî ya Kirman bi darve kirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, her çar kesên mijara gotinê bi tewanbariya destdirêjiyê li ser daxwaza Dadgeha Şoreşê ya Kirmanê hatine darvekirin.

Herwiha hate diyar kirin ku, dosyayên van kesan 2 mehan hatine lêkolîn kirin û piştre biryara darve kirinê ji bo wan hatiye birîn.

Li gorî daneyên fermî yên rejîmê, ji serê salê ve heta niha li Îranê 558 kes hatine darvekirin. Lê li gorî saziyên parastina mafê mirovan ji ber gelek kes bi dizî têne darvekirin, hejmara rast a kesên hatine darvekirin ji vê zêdetir e.