Îran girtiyê siyasî yê Kurd radestî dewleta Tirk dike
Îran girtiyê siyasî yê Kurd radestî dewleta Tirk dike
Îran girtiyê siyasî yê Kurd radestî dewleta Tirk dike
Girtiyê Kurd binavê Bîlal Çilgir ku beriya 5 salan ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatibû girtin, bi sedama gerîlayê PKK’ê ye, cezayê 10 yê girtîgehê dabûnê û tê îdiakirin ku wê di rojên pêşde radestî dewleta Tirk were kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Bîlal Çilgir ji beriya niha 5 salan dema ku birîndar dibe, li gundê Sîlwana yê Ûrmiye tê girtin û bi sedema ku gerîlayê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kiriye, 10 sal cezayê zindanê lê hatiye birîn.
Yek ji endamên malbatê ragihand ku, dadgeha bilind ya bajarê Ûrmiye ji parêzerê Bîlal Çilgir Seyîd Ehsan Mictewî re ragihandine ku, ew dê di nava çend rojên pêş de, piştî kar û barên fermî wê di riya gumrikê re radestî rayedarên dewleta Tirk bikin.
Bîlal Çilgir xelkê Bakûrê Kurdistanê ye û li bajarê Stenbolê dirûnê. Niha jî li zindana yek kesî ya Ûrmiye dimîne.
Hate zanîn ku, beriya çend rojan bavê Bîlal Çilgir hevdîtin pêre pêkaniye.