Îro Şerê Cîhanê yê Sêyam li dar e. Hemû dewletên dagirker dixwazin di vê serdema şerê cîhanê de sînorên desthilatdariya xwe hinekî dî berfirehtir bikin, ji bo vê jî hemû bi hev re ketine pêşbaziyê da ku şer derxînin derveyî sînorên xwe û hêrsa xwe ya desthilatdariyê li derveyî sînoran nîşan bidin. Careke dî peymanên ‘’Mîsakî Millî’’ ji xwe re dikin Rojev.
Di heman demê de Îran yek ji wan welatan e ku di hêla erdnîgarî, dewlemendiya sererd û binerd, dewlemendiya bawerî û neteweyan de dewlemend e, lê em dikarin bibêjin ku ev dewlemendî di dema berê de ma. Ango Îran îro van hemû dewlemendiyan ji bo berjewendiya xwe dike qurban û her roja ku diçe tenê dimîne, hejartir dibe. Ji bo ku xwe ji vê tenêbûna xwe xilas bike, dixwaze bi destwerdana derveyî sînorên xwe, xwe hêzdar nîşan bide, perdeyekê bikişîne ser siyaseta xwe ya navxweyî. Bi taybeyî jî Îran ev demeke dirêj e ku bi navê dostaniyê dest li Sûriyê dide, bi armanca ku bi hin hêzên derve re bibe hevalbend. Dixwaze li Sûriyê gotina esasî ya wan be, da ku bi têkiliyên xwe yên bi hêzên derve re deriyekî ji xwe re veke. Ji ber ku em dizanin Îran bi ambargoyekê re hevrû ye. Ev ambargo jî her ku diçe nakokiyên navxweyî yên Îranê kûrtir dike. Ji bo vê jî Îranê bi hemû hêza xwe li Sûriyê şer kir, gelek ji wan hatin kuştin. Bi taybetî jî, di demên dawî de israra Îranê ya ji bo Helebê jî girêdayî vê siyasetê bû. Îran li Sûriyê her çendî hewl da ku ew li dijî muxalîfên Esad û çeteyên DAIŞ’ê şer dike jî, di heman demê de li dijî kantonan şerê herî mezin jî Îranê kir. Ji ber ku Îran bi ti awayî, li kîjan beşê Kurdistanê jî be, nasnameya Kurdistanê qebûl nake û mirov dikare bibêje ku yek ji wan hêzên sereke ye, ji bo ku Federasyona Demokratîk li Sûriyê pêk neyê, hemû hêza xwe dide xebitandin.
Îran dixwaze xwe weke dewleteke xurt nîşanî derve bide. Lê gelo rastiya Îranê li navxweyî jî wiha ye? Ger em bi baldarî rewşa îro ya Îranê ya navxweyî binerin, bêguman ku tiştekî wiha nîn e. Heke em bi hin mînakan vê rewşê derxînin holê, em ê bibînin ku Îran vê siyaseta xwe bidomîne, wê ji kûr ve parçe bibe. Ji ber ku her roja ku diçe dînamîkên xwe yên esasî ji dest dide û wan li xwe dike dijber.
Bi taybetî jî jin û ciwan ku dînamîkên herî esasî yên civakê ne, di rewşa xwe ya herî nebaş de ne. Li cihekî ku ku li ser van dînamîkan êrîş tim were kirin, bêguman ev ê weke dijberên herî tund derkevin holê. Niha ku em li ser rewşa jinê ya Îranê binerin, em ê bibînin ku jin ne xwedî mafekî ne, ku têkildarî xwe û jiyana xwe nikarin di biryarê bidin. Ne di warê siyasî, ne di warê civakî, hiqûqî, perwerdehiyê de. Di van demên dawî de ya ku herî pir pêşketiye zewaca di temenê diçûk de ye. Temenê zewacê ketine bi temenê 12 saliyê. Ji ber vê sedemê jî hem ji hêla derûniyê ve di rewşeke pir xirab de ne û hem jî gelek jin ji ber van sedeman dawî li jiyana xwe tînin. Îran bi van polîtîkayên xwe dixwaze di warê nifûsê de xwe zêde bike û ji bo vê jî jinê ji xwe re weke qurban dibîne.
Li milekî dî jî, ji bo Îranê mirov qet nikare behsa mafê mirovan bike. Niha em dizanin ku Îran ber bi hilbijartinekê ve diçe. Hem hilbijartina Komariyê û hem jî ya şaredariyê. Ji ber vê sedemê jî, Îran ji bo ku bi serkeftî ji hilbijartinê derkeve, dixwaze li derve, di hêla siyasî de xwe xurt bike. Bi taybet ji ber vê sedemê li Sûriyê ye. Di warê aborî de ji bo ku xwe xurt nîşan bide her roj bi dewletan re peymanên aborî datîne. Lê gelo ev peymanên ku her roj îmze dike, çi qasî bandoreke erênî li ser aboriya gel dike, çi qasî dikare rewşê biguherîne? An jî van peymanan ji bo jiyana gel datîne yan ji bo ku têkeve xizmeta şer? Lê dema ku em dêhna xwe didinê, di jiyana gel de tiştek naguhere. Hê jî bê karî heye, her roj kolber li ser sînoran têne kuştin. Gelo rojekê dewleta Îranê ji xwe pirs kiriye bê ka çima li ser sînor ev qasî pir kolberî çêdibe?
Propagandayên hilbijartinê ji niha ve dest pê kirine û Rûhanî di nav wê hewldanê de ye ku dixwaze careke dî bibe Serokkomar. Ji ber vê yekê jî hin nîqaşan dides destpêkirin. Bi taybet jî van çend rojê dawiyê, pêşnûmeya mafê welatiyan îmze kir. Helbet ev girîng e lê gavên pratîk jî hewce ne. Heke ev ne tenê ji bo propagandya hilbijartinê bin, ji bo ku gel careke dî ji hikûmeta Rûhanî bawer bikin, gaveke girîng e. Dema ku em dibêjin welatî, jin, ciwan, hemû bawriyên li wê erdnîgariyê dijîn; hemû ziman û çand ku bikaribin reseniya xwe bijîn, xwe di nav saziyan de bikaribin xwe derbibirînin bi bîra me tên. Bi taybeyî jî di hêla aborî, siyasî, perwerdehî, açndî, tendiristî, parastin, nûnertiya hevbeş û hwd. ji bo ku mafê welatîbûnê pêk werin ev şertên esasî ne.
Niha gelek bawerî li erdnîgariya Îranê dijîn. Wek Sinnî, Şîî, Yarsanî, Qalxanî, Yahûdî û her wiha ji gelek neteweyan jî, wek; Kurd, Ezerî, Ereb, Belûç, Fars. Ev bawerî û netew her yek ji van bi serê xwe rengek in û pêwîst e bêyî ku rengek yê dî tine bike, divê bikaribin bi hev re bijîn. Ku em niha li rewşê binerin, ji van rengan yek jê jî di halê hazir de nikare rengê xwe bijî. Ji ber ku pergalê xwe li ser esasê netew-dewletê ava kiriye. Dema ku netew-dewlet jî tê gotin, yek rengî, yek zimanî, yek bawerî, yek sembol, pergaleke zayendperest bi bîra mirov tê. Wê demê pirseke wiha bi mirov re çêdibe; gelo ev hemû reng û deng dikarin di nav pergala dewletî de bi azadî, wekhev xwe îfade bikin? Jin jî hemwelatî ye, ji bo vê jî, divê ew jî xwedan hiqûqekî wekhev be, di hemû qadên jiyanê de divê bikaribe xwe bi rê ve bibe û her wiha ku pêwîs kir, divê bikaribe pêşengiyê li civakê jî bike. Di van demên dawî de, li meclîsê derbarê zewaca di temenê biçûk de tê nîqaşkirin. Nîqaşa vê ne hewce ye, hewceye ku alternatîfek ji vê re were dîtin. Ji ber ku, ku ev rewş wiha berdewam bike, wê civak hilweşe. Nifşekî tendirist wê çênebe. Di vê mijarê de hewldanên jinan girîng in. Di hemû qadan de, bi taybeyt jî di raya giştî de xwe bikin rojev girîng e û wê rê li ber gelek geşedanan veke.
Yek ji mijarên dî jî rewşa girtiyên siyasî ye. Em dizanin, halê hazir li Îranê girtiyên siyasî ne xwedan mafê parastinê ne û her roj li ser wan şerê psîkolojîk tê kirin. Bi taybetî jî Zeynep Celalyan, Nêrgiz Mihemedî, Efsane Beyazidî û gelek jinên din, niha bi bêhiqûqiyeke mezin re hevrû ne. Ji bo vê jî xwedîderketineke giştî ji bo van jinan divê çêbibe.
Dema ku em beşeke tenê ya ji pirsgirêkên navxweyî ya Îranê radixin ber çavan, em dibînin ku pirsgirêka esasî jêderka xwe ji pergalê distînin. Ji ber ku em pê dizanin di dema niha de êdî pergaleke xwe li ser netew-dewletiyê saz kiriye ji pirsgirêkên civakî re nikare bibe bersiv. Mînakên vê me li Tûnis, Misir, Sûriyê û berê jî me li Ewropa mînakên vê dîtin. Ji bo vê jî tekane rê ya ku wê bikaribe Îranê ji krîzê xilas bike, pergala konfederal û neteweya demokratîk e. Ev pergal tam li gorî erdnîgariya Îranê ye. Ji ber ku dema ku em li dîrokê dinerin, van gel û baweriyan di nav aramiyekê de bi hev re jiyane. Niha jî li Îranê gelek netew, bawerî, çand hene. Ji bo vê jî ev cihêrengî bi fereseta neteweya demokratîk dikarin wer gel hev. Heke Îran di feraseta xwe ya netew-dewletê de israr bike, wê biparêze, wê demê wê bi şerekî navxweyî re hevrû bibe.
Rûken Pepûle
Endama Desteya Rêveber a KJAR'ê