Insiyatîva Gel a Kurdistanê: Em sibe li Amedê jiyanê rawestînin

Insiyatîva Gel a Kurdistanê, ji ber ku sibe Erdoğan diçe Amedê daxuyaniyek da û got, "Divê Erdoğan fêhm bike ku li Amedê cih jê re nîn e; divê ji hatina xwe poşman bibe. Divê kes dernekeve derve."

Insiyatîva Gel a Kurdistanê ji ber ku sibe Serokkomarê Tirk, Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdoğan  wê were Amedê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li gel kir ku sibe jiyanê rawestînin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê ku ev 2 meh in didome hate bibîrxistin û hate gotin, ‘’Herî dawî bi serfiraziya Reqayê, bi têkçûna DAÎŞ’ê re dîktatoriya faşîst a AKP-MHP-CHP’ê ku hêzeke bidin şerkirin nema dîtin, hemû çeteyên tertûbelav bûyî komî ser hev kirin, bi artêşa xwe ya terorîst li ser Efrînê êrîşa dagirker dane destpêkirin. Armanca wan a sereke jî ew e ku di serî de gelê Kurd, xwerêveberiya demokratîk ku gel pê xwe rê ve dibin û li Sûriyê bûyî modêla çareseriyê ji holê rakin.’’

‘LI EFRÎNÊ LI SER SED HEZARAN KESÎ TALOKEYA KOMKUJIYÊ HEYE’

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk û çeteyên wê dema ku li ser Efrînê êrîşan pêk tînin guh nadin ti nirxên mirovahiyê, bi êrîşên ser Efrînê tê armanckirin ku gelê EFrînê ji şûnwarê wê qut bikin, li ser Efrînê teknîkeke zêde ya wiha ku heta niha di ti şerî de nehatiye bikaranîn, tê bikaranîn û tam weke Şengalê namûsa Kurdan li Efrînê weke ‘xenîmet’ê tê raberkirin û got, ‘’Niha li Efrînê li ser sed hezaran mirovî talokeya komkujiyê heye’’. Insiyatîvê behsa çapemeniya şerê ya taybet a Tirk kir ku komkujiya ser Kurdan, şewitandin, kavilkirina gund û bajarên Kurdan ‘bi şehwet’ê û ‘halanên serfiraziyê’ didin û got wan ev ‘rûyê bi şehwet’ ê dagirkeriya Tirk beriya niha di dema Kobanê, di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Geverê de, dema ku bajarên Kurdistanê dihatin şewitandin, kavilkirin û li ser gelê Kurd komkujî dikirin, dîtine.

‘DIVÊ ŞANÎ ERDOĞAN BIDIN KU LI AMEDÊ CIHÊ WÎ TINE YE’

Insiyatîva Gel a Amedê herî dawî wiha bang li gelê Amedê kir: ‘’Erdoğan bi  rûyekî wiha 17’ê Mehê dixwaze were Ameda me. Gelê me divê xwe vekişîne da ku wî rûyê kujer û gemarî nebine û bi wî re ne li heman mekanî be û ji eynî hewayê nehilmije. Erdoğan divê li Amedê miroyekî ku bikaribe li rûyê wî binere nebine, divê poşman bibe ku hatiye Amedê. Hemû gelê me yê Amedê divê wê rojê li mala xwe bimîne, dernekeve kuçeyan, divê hemû qadên jiyanê bide rawestandin û protesto bike.’’