Însiyatîfa Gel bangek girîng li gelê Kurdistanê kir

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, têkildarî êrîşên qirkeriya siyasî ya rejîma AKP/Qesra Erdogan, berxwedan û referandûmê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dikarin bêjin, ku em di rojên beriya serketinê de ne" û hat destnîşankirin, ku Tevgera Azadiyê, bi tecrûbeya xwe ya têkoşîna 40 salan re, şerekî fedayî yê destanî dimeşîne. 

Însiyatîfê diyar kir, ruhê fedayî yê berxwedana xwerêveberiyê û xeta fedayî ya gerîla li gelemperiya Bakurê Kurdistanê xist meriyetê, pêşî li 'Plana Têkbirinê' girtiye û got, "T.C. a ku dixwest têk bibe, gav bi gav têk diçe. Gotinên 'Şerê Rizgariyê yê Duyemîn', 'Şerê man û nemanê' mikurhatina li vê têkçûnê ye."

'DIVÊ BERXWEDAN ENCAMGIR BE'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, firsendeke dîrokî li pêş demokrat, bawermend, welatparêz, şoreşger û sosyalîsatn e û hat gotin, "Pêvajoya heyî rojên pêşiya siberojên ronî ye. T.C. a qirker, asîmîlasyonîst, înkarker, nîjadperest û faşîst têk diçe; Xweseriya Demokratîk û Komara Demokratîk êdî veguherîne alternatîfa yekane ya gelan. Vegotin û fêhmkirin vê yekê, afirandina zemîna rêxistinî ya nû û encamgiriya vê bexwedanê, erka partî-sazî û kadroyên pêşeng e.

Bilezkirina vê têkçûnê, qedandina wê, 'rakirina vî cenazeyî bêyî belavkirina nexweşiyan', bi geşkirina berxwedanê dibe. Roj roja berxwedanê, girtina encamê bi berxwedanê û pêkanîna hesreta hezar salî ya gelên me ye. Erka wijdanî, siyasî û exlaqî ya her şoreşger û welatparêzî ye, ku bi vê berpirsyariya dîrokî rabe. Dîrok, gel, pêvajo, Rêbertî, şehîdên me, ruhê fedayî yên li Cizîr-Sûr-Şirnex-Nisêbîn û qadên din ên xwerêveberiyê ji me hêvî dike, ev e."

'EM LI DIJÎ FERASETA TESFIYEKAR TÊBIKOŞIN'

Însiyatîfa Gel destnîşan kir, ku hin kes û hêz pêvajoya heyî şaş dixwîne û wiha dewam kir: "Hin kes hene ku pêvajoya em tê de ne şaş û çewt dixwînin. Hin kes hene ku bi gotina 'qediyan e', reşbînî, bêbawerî, bêhêvîtî û qelsiyê li derdorê belav dikin. Wekî din, hin kesên noker-xayîn, destketiyên bi fedakariyeke mezin a têkoşîna me ya 40 hatine afirandin pêşkêşî bazarê dikin û hewl didin parekê jê bigirin. Em vê yekê bi rengekî eşkere dibêjin: Rojên heyî ew roj in, ku her kes zelal dibe û rûyê wan ê radest derdikeve holê. Zelal dibe bê kî welatparêzê rasteqîn e, kî berxwedêr e, kî xayîn-noker e, kî bazirgan e, kî berjewendîparêz e, kî revok e. Em û gelê me, sekna her kesî û her hêzê ji nêz ve dişopînin.

Pêvajo bi nirxên manewî tûj dibe û bi fedakariyeke bilind berxwedanê ferz dike. Nêzîkatiyên ezeztî, bi fikar, tirsonekî, pasîf, xwe vedigire, bêdeng dimîne, nêzîkatiyên tesfiyekar ên vê demê ne. Zimanê neyînî yê ku bêhêvîtî, reşbînî û pasîfîzmê ferz dike, zimanê teslîmiyetê û mêtîngeriyê ye. Divê her welatparêzekî me, her xebatkarekî me li her cihê lê ye li dijî vê ferasetê û vî zimanî têbikoşin."

Însiyatîfê da xuyakirin, ku ew çiqasî li dora nirxên xwe li ber xwe bidin û xwe paqij bikin, wê hîn bêhtir xurt bibin û destnîşan kir, ku ew ê bi berxwedanê xwe bigihînin rojên azad û ronî.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li aliyê din, hin kes hene ji qeşmerê bi navê Suleyman Soylû bawer dikin hene û bi vê yekê re nokeriyê dikin. Gelê me û tevgera me ya azadiyê wê van ti carî efû nekin. Yên ku hewl didin gelê me, nirxên gelê me, destketiyên me pêşkêş bikin, kî dibe bila bibe, dijmin in. Bila Galîp Ensarîoglû û yên mîna wî zanibin, ev gel û ewladên vî gelî, nahêlin hûn nirxên vî gelî bixwin. Wê di bêvila we de bînin. Ji bîr nekin; 'ev gel û ev tevger, dibe ku ji sibê re bihêle, wê ti carî ji we re nahêle!'

Di vê pêvajoyê de gelek welatparêzên me hene, ku ji ber sekna xwe ya bi rûmet ji kar hatine avêtin. Ev mirovên me, ji ber ku bi namûs in û dilsozê nirxên xwe ne, ji kar hatine avêtin. Divê bi vê rastiyê zanibin û cihê xwe li nava refên berxwedanê bigirin; nekevin xefika mexdûriyetê û hesabpirsîna ji hêzên qirker ên ew mexdûr kirine, deynin pêşiya xwe. Û bila van hevalên me zanibin, ev roj wê bibihurin û ew ê bi rengekî bi rûmetdarî li cihê layiqî wê ne, cih bigirin. Bila her kes bi vê jî zanibe; yên ku ketine nava pêşbirka bêrûmetiyê û li şûna van mirovên me diçin kar, wê sibe ziyaneke mezin bibînin."

NÊZÎKATIYA LI QEYÛM

Di dewama daxuyaniyê de, helwesta li hemberî qeyûm hat eşkerekirin û hat gotin, "Em dixwazin helwesta xwe ya di vî warî de careke din bi rengekî zelal eşkere bikin. Qeyûm karmendê faşîzmê ye. Me bi ti awayî, bi ti hincetî qeyûm qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Divê ti mirovekî bi rûmet û welatparêz bi qeyûm re nexebite, nebe bingeh ji siyaseta qirkirinê re. Karkirina bi qeyûm re tê wateya naskirin û rewakirina wî. Lazim e mirovên me yên welatparêz bi ti hincetê neçe kar, nekeve bin fermana qeyûm. Ev mirovên me, bi neçûna kar re divê xwe qels nekin. Pêwîste tevlî xebatên gel bibin, gel zane bikin û sewqî rêxistinbûn û berxwedanê bikin. Ev yek helwesta herî rast û bi namûs e. Encama vê helwesta me jî wê serketineke mezin be."

'EM DENGÊ 'NA' BI XURTÎ BI RÊXISTIN BIKIN'

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Pêvajoya bihara 2017'an ku em bi şiyara 'Azadî ji Rêberê me re, statu ji Kurdistanê re' pêşwazî dikin, wê bi ruhê berxwedanê yê Mehmet Tûnç, Dayika Taybet û Sêvêyan bi ser bikeve."

Însiyatîfê li ser referandûmê jî banga birêxistinkirina dengê 'Na' kir û got, "Em ê bi vê yekê re pêngava xwe ya biharê bi ser bixînin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe, hêzên şoreşger, demokrat û rewşenbîr ên Tirkiyeyê dikin, ku bi ruhê berxwedanê yê 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê, Newrozê, 4'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê tevlî vê pêvajoyê bibin."