Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Divê 30’ê hezîranê bibe roja serhildanê

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Divê 30’ê hezîranê bibe roja serhildanê

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi armanca prostestokirina komkujiya Licê û birîna gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zilan) di 30’ê hezîranê de banga serhildanê kir.

Însiyatîfê diyar kir ku ligel hewldanên aştiyane û demokratîk yên gelê kurd, tevgera azadiya kurd û Ocalan, hikûmeta AKp’ê êkanînên xwe yên dagirker û kujer didomîne û wiha got: “Komujiya Roboskê, tecawiz, çêkirina HES, qerekolan encama vê ye. Gelê me yê qehreman yê Licê ji bo di ferqa vê zinniheta bi lanet de bûn bi berxwedan û serhildanan li dijî vê derketiye. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî vê jî hovane bû.

Roj bi roj tê fêmkirin ku tu armanc û zîhniyeteke dewleta AKP’ê ya li dijî çareseriyê nîne.  Komujiya Livê jî nîşaneya herî baş e. Li Licê ciwanekî kurd hat qetilkirin, bi dehan hatin birîndarkirin. Em wek netewa kurd êdî dê tolhildêrên pêkûtiyên li dijî kurdan pêk tên bin. Em jî wek şehîdê xwe Medenî Yildirim çi dibe bila bibe dê destur ênedin çêkirina HES û qerekolan.

Di daxuyaniyê de banga xwedî derketina li cenazeyan hat kirin û wiha pê de çû: “Em wek însiyatîfa Gel a Kurditanê di 30’ê hezîranê de bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo tolhildana komujiya Licê û salvegera çalakiya şehîd Zilan rabin serhildanê.

Em di 30’ê hezîranê de bang li hemû kurd û demokratên Tirkiyeyê dikin ku rabin serhildanê.

Divê esnaf kepenkan bigire, hemû kurd kontaxên xwe bigirin û tevli vê roja bi heybet bin. Em careke din di serî de li Gelê Amedê û her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku xwedî li cenazeya Medenî Yildirim derkevin.”