Çalakiya “Otobusa ji Ocalan re Azadî” ku di 8’ê Îlonê li bajarê Manheim yê Almanyayê li 20’mîn Mîhrîcana Çanda Kurdan ya Navnetewî bi slogana “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” derkete rê, 24’ê Mijdarê li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê bi meşekî girseyî û mitîngê bi encam bû.
Li ser çalakiyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî daxuyaniyek weşandin û diyarkir ku, di serî de çalakiya ku plankiribû 8 welat û 69 bajaran bigerin, li daxwazan di rojên pêş de li 10 welat û 92 bajaran geriyane. Di pêvajoya 78 rojan de ji 20 km zêdetir rê çûne, welatên Swêd, Danîmarka, Hollanda, Belçîka, Luxembourg, Awustûrya, Swîsre, Îtalya, Fransa û Almanya bi giştî li 96 bajar ziyaret kirin, her wiha çalakiyên qadan pêkanîne.
Di daxuyaniya ku tê gotin de, 100 tûrên nava bajar û mitîngên qadan pêkanîne û wiha hate ragihandin: “Dîsan li Brukselê meşekî navendî, 3 şev tevlî çalakiya salonê bûne.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li ser mijarên gelê Kurd, pêvajoya siyasî, kampanya îmze û erkên me 41 civîna hatine kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bizimanên welatên têkildar û zimanê Kurdî armanca çalakiyê û her wiha ji dervey axaftinên agahdarkirinê yên derbarê kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan, bi zimanên cuda bideh hezaran belavok û broşur hatine belavkirin û xebatên îmze komkirinê berdewam kirin.
Di çalakiyên ku muzîka Kurdî û folklor hatî pêşkêş kirin, bi taybet li ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 68’an de bidawî bû jî bi gelek partî û dezgehan re hevdîtin hatine çêkirin.
Hate diyarkirn ku, çalakiya tûrê ya otobusa ji Ocalan re Azadî, yek ji rêze çalakiyên ku ji serê sala 2012’an ve hatiye birêve birin. Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Ji serê sale heya niha ji meşa dirêj ji Cenevre-Strasbourgê, çalakiya birçîbûnê ya li Strasbourgê û 52 rojan berdewam kir û çalakiya nobet girtinê ya hêjan li Strasbourgê didome weke berdewama van çalakiyan, çalakiya otobusan jî hatiye kirin. Dibe ku direng jî ma be lê belê çalakiyekî di cihê xwe de bû. Her çendî di asta di hat armanckirin û plankirin nebû jî, çalakiya me di mijara azadiya Rêber APO de, hem di raya giştî ya navnetewî û ketina rojeva hikumet-dezgehên eleqedar, hem jî di aliyê hîstiyariya gelê me ya di pêvajoyê bi vî awayî de û tevlîbûnekî bihêz de gihaye armanca xwe.”
Hate destnîşan kirin ku, bi vê çalakiyê re avabûna hewayî erênî û motîvasyonê, her wiha ji bo vegerînin pêngavên zelal yên bo azadkirina Ocalan pêwîstî pê hatiye dîtin ku çalakî bêne zêdekirin û berdewam kirin. Hate destnîşan kirin ku, em weke înîsiyatîfa azadiya Ocalan, em dê di rojên pêş de ji bo tekoşîna azadiya Ocalan çalakiyên nû li darbixin û bi awayek aktîv û bibandor birêve bibîn.
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî di daxuyaniya xwe de banga tevlîbûnekî aktîf û piştgiriyê kir û hate diyarkirin ku, “Bi taybet gelê Kurd em bang li hemû Kurdistanî û dostên xwe dikin ku, xwedî li çalakiya kampanya îmzeyan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ di bin pêşengtiya kesayetên di qada navnetewî de têne naskirin hatiye destpêkirin, derbikevin û bi awayek aktîf tevlî bibin.”
Her wiha bang li gelê Kurd, dost, kesayet, komên û saziyên alîgirên azadî, aşitî, demokrastî û dadê hate kirin ku, ji niha û pêve hîn bihêztir tevlî çalakî û şahiyên tekoşîna azadiya Ocalan û gelê Kurd bibin. Li aliyekî din jî Yeketiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, dezgehên navnetewî û hikumetên eleqedar, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û di pêvajoya azadiya Rêberê Gelê Kurd de dawetkirin ku sûd û piştgiriyê bidin.
Di daxuyaniyê de sipasî ji Kurdistaniyên çalakvanên tûra otobusa ji Ocalan re azadî hewandin, dîsan di welat û bajarên ku hatine ziyaretkirin sazî û yekîneyên hêsanî kirinên zagon-îdarî kirine re jî pêşkêş kirin.