Îmzeyên li dijî êşkenceya zayendî pêşkêşî Şahîn hatin kirin

Îmzeyên li dijî êşkenceya zayendî pêşkêşî Şahîn hatin kirin

Nêzî 100 rêxistinên jin û LGBT, li dijî êrîş û destavêtina jin û transên din binê çavan de îmze kom kirin û ev îmzeyên xwe şandin ji Wezîr Fatma Şahîn û parlamenterên jin ên li Parlamentê.

Di metna îmzeyê de bal hat kişandin ser êrîş û destavêtinên zayendî yên di rojên dawî de zêde bûne û hat destnîşankirin ku gelek rapor û peymanên navneteî, her şêweyên êrîşa zayendî yên di binê çavan û li girtîgehan de weke êşkencê bi nav dikin.

Di metnê de hat destnîşankirin ku destavêtin û destdirêjiya zayendî bi destê dewletê bi awayekî zanebûn weke rêbazeke êşkencê tê bikaranîn. Di metnê de hat xwestin ku tavilê dawî li destavêtin û êrîşên cinsî yên di binê çavan de bê anîn û berpirsyar werin cezakirin.