ILPS û ICOR'ê bang li Barzanî û PDK'ê kirin!

Serokê Rûmetê yê ILPS'ê Jose Marîa Sîson û Koordînatora Bingehîn a ICOR'ê Monîka Gaertner-Engel name ji PDK'ê û Serokê wê yê giştî Mesûd Barzanî re şandin.

Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Têkoşîna Navneteweyî ya Gelan Sîson û Koordînatora Bingehîn a Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşger Gaertner-Engel, ji Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Komîteya Navendî ya PDK'ê re name şandin.

Di nameyê de bang li PDK'ê û Barzanî hate kirin ku êrişên li dijî PKK'ê tavilê rawestînin.

Sîson û Gaertner-Engel diyar kirin ku ji bo têokşîna civakî û neteweyî ya gelê Kurd wê li asta navneteweyî dest bi hewldanên piştevaniyê bikin. Name wiha ye:

"Birêz Barzanî,

Endamên hêja yên Komîteya Navendî,

Bi navê nûnerên pêşeng ên tevgera gel, karker û şoreşger a navneteweyî em bi tundî şermezar dikin ku Pêşmerge li dijî hêzên tevgera rizgariya Kurd û li hemberî hêzên xweparastinê yên Êzidiyan bi artêşa Tirk re tevdigere. Hûn bi kiryarên xwe şerekî navxweyî yê li nava Kurdan sor dikin, di heman demê de pêşî li pîlanên hikumeta Tirk vedikin ku vê herêmê bi taybetî jî çavkaniyên petrolê yên li derdora Kerkûkê desteser bike.

Bi vî awayî hûn şerekî dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ê li dijî tevgera rizgariyê ya Kurdan amade dikin.

Di sala 2014'an de li dijî 'Dewleta Îslamê' (DAÎŞ), yên ku Êzidî û tevahiya Başûrê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin parastin, beriya her kesî hêzên gerîla bûn, tevî HPG û YPG'ê, her wiha Hêzên HPŞ û YBŞ bûn.

Tevgera gel, karker û şoreşger a navneteweyî bi serbilindî li kêleka têkoşîna rizgariya civakî û neteweyî ya gelê Kurd disekine. Ji bo vê jî em ê li qada navneteweyî bikevin nava hewldanên piştevaniyê.

Em bang li we dikin ku dawî li van kiryaran bînin ku li ser tevgera rizgariyê ya Kurd diyarker in:

Êrişên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî hêzên PKK'ê tavilê rawestînin!

Hêzên Pêşmergeyan ji qadên gerîla û ji sînorê Rojavayê Kurdistanê tavilê vekişînin.

Bi lezgînî dest ji hevkariya bi artêşa Tirk re berdin, bi taybetî jî li ser cih û warê hêzên gerîla bes agahiyan bidin artêşa Tirk.

Em bang dikin ku leşkerên hikumeta Tirk tavilê bên vekişandin û dawî li êrişên xwe yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bîne.

Em bang li emperyalîstan hemûyan dikin ku bi rêzdarî nêzî mafê gelê Kurd ê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bibin û leşkerên xwe vekişînin."