ÎHD û Federasyona Mafê Mirovan a Navnetewî diçin Rojava
ÎHD û Federasyona Mafê Mirovan a Navnetewî diçin Rojava
ÎHD û Federasyona Mafê Mirovan a Navnetewî diçin Rojava
Bi tevlibûna Navenda Giştî ya ÎHD’ê, Federasyoan Mafê Mirovan a Navnetewî (FIDH) heyetek diçe sînorê Rojava. Heyet dê li deriyên sînor lêkolînan bikin û di encama lêkolînan de raporekî amade bikin.
Xebatên li Rojava bê navber didome û ambargoya Tirkiyeyê ya li ser Rojava jî didome. Ji ber deriyên sînor girtibûn mexduriyet hat jiyîn û ji bo rewşa deriyên sînor bê lêkolînkirin dê heyetek ku ji aliyê ÎHD’ê ve hatiye amadekirin biçe Rojava.
Serokê giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan, cigirê serokê FIDH’ê Yusuf Alataş,Cigirê serokê giştî yê ÎHD’ê parêzer Serdar Çelebî, endamê MYK Sevîm Salîhoglu, nûnerê herêm Anatolya Navîn ya Başûrêrojhilat û Rojhilat Şevket Akdemîr û serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî di heyetê de cih digire. Heyet îro li deriyê sînor yê Nisêbîn-Qamişo dê lêkolînan bikin. Lêkolîna wan dê sê rojan bidome û dê bi waliyê Dîlokê Erdal Ata re hevdîtinek pêk bînin.
Piştî lêkolînan dê raporek bê amadekirin û ji rayagiştî re bê aşkirin.Bîlîcî der barê lêkolînê de agahî da û got ew dixwazin rewşa deriyên sînor bi awayekî objektîf ji rayagiştî re aşkera bikin.