ÎHD: Qetilkirina jinan qirkirina civakê ye
ÎHD: Qetilkirina jinan qirkirina civakê ye
ÎHD: Qetilkirina jinan qirkirina civakê ye
Endamên Komîsyona ÎHD’a Amedê, bi armanca bal bikişînin ser qetilkirina jinan û her wiha kujerên tên darizandin daxuyaniyek dan çapemeniyê û da zanîn ku qetilkirina jinan hilweşîna civakê ye û biryarên ku daraz didin jî tezahureke mêjiyên dewletê ye.
Endamên komîsyona jinan a ÎHD’a Amedê li Salona Civînê ya Vedat Aydin daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Komîsyona Jinan û Lijneya Rêveberiyê, Gulîstan Yalçindag Gençel, Gamze Yalçin, Necîbe Guneş Perînçek, Pinar Dalkuş Ayman û endama Lijneya Rêveberiyê Muhterem Suren tevi civînê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Gulîstan Yalçindag Gençel ve hat xwendin û di rojên dawî de şîdet, taciz, tecawiz û qetilkirina jinan zêde bûne û da zanîn ku ev hemû sûcê mirovahiyê ne û wezareta dadê di vê mijarê de bê bandor û kêm dimînin.
Gençel wiha pê de çû: “ Piştî van bûyerên tê jiyîn pêngava darazê tê destpêkirin, lê biryarê ku ji aliyê darazê ve tên dayîn tezahura mêjiyê dewletê ye. Em bi hêrs û sosretiyeke mezin biryarên wan temaşe dikin. Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê di 13’ê îlona 2013’an de, li tecawizkar N.Ş ku tecawiza zaroka 6 salî A.K kiribû, rewşa baş kiribû meriyetê û cezayê wî daxistibûn û 15 sal ceza dabûn. Dadgehên ku cezayên mezin li azadiya fikr û raman û rêxistibûnê digire, xwepêşendanên demokratîk wek sûc dibîne, dema mijar dibin kujer û tecawkarên jinan, cezayan dadixînîn.
Cezayên ji aliyê dadgehan ve tên dayîn me tatmîn nakin. Di doza P.Î ya ku ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin, de li dijî daxwaza wezaretê ya tevlibûnê, dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoy bi hinceta ku ev doz ne doza şîdetê, doza kuştinê ye red kir.
Gençel da zanîn ku qetilkirina jinan hilweşîna civakê ye û da zanîn ji bo pêşî li vê qikirina civakî bigirin divê rayagiştî bala xwe bide daraza bi destê mêr tê meşandin. Gençel diyar kir ku ew li gel bindest, kesên hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatine.