ÎHD: Okûr tavilê serbest berdin
Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê xwest, nexweşê kanserê Mehmet Okûr ê li Girtîgeha bi Hejmara 1. a Îzmîrê tê ragirtin, tavilê serbest bê berdan.

Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê li Sumerbankê ya Konakê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da çapemeniyê.
Di dema çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Bila girtîgeh bên valakirin ji girtiyên nexweş re azadî" û "Ji girtiyên nexweş re Tipa Edlî bû darvekirin, înfaz û dadger" hatin vekirin. Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Tûrhan Yildiz daxuyanî xwend û diyar kir ku di nava sala dawî de zêdehî 40 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.
Yildiz anî ziman ku ji ber dermankirina girtiyên nexweş li girtîgehan pêk nayê jiyana xwe ji dest didin. Yildiz da zanîn ku ji ber şertên girtîgehê ji girtiyên bi mirinê re rû bi rû yek jî Mehmet Okûr ê ku 1. Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê dimîne. Yildiz bilêv kir ku Okûr di şertên girtîgehê de tedawiya nexweşiya pençeşêrê dimîne. Yildiz destnîşan kir ku divê demildest Okûr serbest bê berdan.