ÎHD: Ji bo alîkariya ji Rojava re divê deriyên sînor tavilê bên vekirin
ÎHD: Ji bo alîkariya ji Rojava re divê deriyên sînor tavilê bên vekirin
ÎHD: Ji bo alîkariya ji Rojava re divê deriyên sînor tavilê bên vekirin
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê bi daxuyaniya ku weşand xwest ji bo alîkariya însanî ya ji Rojava re tavilê deriyên sînoran bê vekirin.
Endamên ÎHD’ê yên li ber Sumerbanka Kevin hatin gel hevdu pankarta “Bila ji bo alîkariyên însanî yên ji Rojava re deriyên sînoran bên vekirin” hilgirtin.
Rêveberê ÎHD’ê Nîzamettîn Aktaş ku daxuyanî da got ku Kurdên Rojava li ber çavên dunyayê drameke însanî dijîn.
Aktaş di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku bi girtina deriyên sînoran re tê xwestin ku gelê Rojava bikin mahkûmê birçîbûn û nexweşiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Divê Tirkiye dest ji piştgirîdayîna çeteyên radîkal ên Îslamgir berde. Pêwîst e deriyên sînoran tavilê bên vekirin, pêwîst e tevayî astengiyên li pêşiya her cure alîkariya însanî, zad û qutan bê vekirin."
Aktaş di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku divê kes li hemberî qetlîama ku li Rojava pêk tê bêdeng nemîne û ji berpirsiyaran hesab bê xwestin.