ÎHD: Girtiyê nexweş Îrfan Eskîbag mir niha dora kê ye?

ÎHD: Girtiyê nexweş Îrfan Eskîbag mir niha dora kê ye?

ÎHD'ê di derbarê mirina girtiyê nexweş Îrfan Eskibag ê li Girtîgeha Tîpa F2 a Sîncanê ku şevê din jiyana xwe ji dest da de daxuyanî da û wiha got: "Hêj li girtîghê 411 girtiyên nexweş hene. Niha dor a kêye gelo? Em dê hêj çiqas mirinên li girtîgehan temaşe bikin?"

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di derbarê mirina girtiyê nexweş Îrfan Eskibag ê li Girtîgeha Tîpa F2 a Sîncanê ku şevê din jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD'ê di daxuyaniyê de xwest hesab bê pirsîn. ÎHD'ê anî ziman ku, di 7'ê Gulana 2013'an de bi şevê Îrfan Eskîbag ji ber nexweşiya zerikê ku demek dirêje nexweş bû jyana xwe ji dest daye. ÎHD'ê anî ziman ku, Eskîbag di çileya 2011’an de ji bo bê dermankirin ji Boluyê sewqî Sîncanê hat kirin û ji ber ku Îrfan Eskibag nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

ÎHD'ê da zanîn ku, li Nexweşxaneya Numuneyê di meha Hezirana 2011’an de teşhîsa penceşêra pankreasê kirin û li gel vê nexweşiyê nehat berdan û herî dawî jiyana xwe ji dest da û wih got: "Eskîbagê 41 salî 10 salin girtî ye. Li gel ku doktoran xwest serbes bê berdan jî dîsa nehat berdan."

ÎHD'ê destnîşan kir ku, niha 121 girtî nexweşên giranin û 108 girtî li ber sînorê mirinê ne. ÎHD'ê aşkera kir ku 230 girtî nexweşên giranin û 411 girtî nexweşin. ÎHD'ê wiha got: "Hêj li girtîghê 411 girtiyên nexweş hene. Niha dor a kêye gelo? Em dê hêj çiqas mirinên li girtîgehan temaşe bikin?"