ÎHD: Girtiyê nexweş Guneş bila bi lezgîn bê berdan
ÎHD: Girtiyê nexweş Guneş bila bi lezgîn bê berdan
ÎHD: Girtiyê nexweş Guneş bila bi lezgîn bê berdan
Parazvanên mafên mirovaın ji bo dawî bi binpêkirina mafan ên li girtîgehê bên, çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan xwest Girtiyê nexweş Halîl Guneş ku 20 salin girtî ye bi lezgîn serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çarçoveya çalakyên heftane ya Tîpa F de, li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan di hefteya 55'an de li ber Amadeyiya Galatasarê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Girtiyan di çalakiyê de "Em li nexweşxaneyan mirinê naxwazin, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin vekirin.
Girsê bê navber siloganên "Bêdeng nemîne dê dor bê te jî" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Ji îşkenceya tecrîdê re bese" qîr kirin. Li ser navê komîsyonê Seza Mis Horuz daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş tev serbest bên berdan. Horuz xwest wekî Hediye Aksoy hemû girtiyên din ên nexweş jî bi lezgîn serbest bên berdan û wiha got: "Girtiyê nexweş Halîl Guneş ku 20 salin girti ye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye êdî bûye hestî û çerm. Divê bi lezgîn serbest bên berdan. Em bang li Wezîrê Dadê dikin û dixwazin bi lezgîn Guneş serbest berdin."