ÎHD’ê têkildarî greva birçîbûnê ya Şakranê rapor weşand

Komeleya Mafên Mirovan, têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Girtîgeha Şakranê raporek weşand.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî greva birçîbûnê ya Girtîgeha Şakranê ku girtiyên PKK, PAJK’ê bi mebesta rabûna qedexeya hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û girtiyên cem wî, bi daxwaza ku şertên muzakereyên azad li werin avakirin, dawî li binpêkirinên li girtîgehan were û operasyona li ser gundan bi dawî bibe dest pê kiribûn, raporek weşand.

Di rapora ÎHD’ê de têkildarî Girtîgeha Şakranê li ser binpêkirinan wiha tê gotin:

BI SER KOXUŞAN DE DIGIRIN Û DIJÛNAN LI GIRTIYAN DIKIN

"Tecrîda giran heye, di cihê hewastandinê de koxuş hev nabînin. Li ser piyan dikin ku girtiyan bihijmêrin. Di koxuşan de gelek girtî hene, doşek kêm in. Ji ber ku koxuş dije bûne hewa kêm dibe. Di odeyên 10 kesî de, 15-20 kes dimînin. Dema ku derdikevin ku hewayê bistînin girtî neçar in ku pêlavan bixin piyê xwe û derxin. Pir bi derengî girtiyan dibine nexweşxanê an jî qet nabin. Tê xwestin ku nexweşan bi kelepçeyan muaeyene bikin. Qadên sosyal hatine qedexekirin, pirtûkxane jî di nav de. Sînordarkirin li ser pirtûkan anîn, pirtûk ji hêla rêveberiya girtîgehê ve têne qedexekirin. Bi hinceta ku bi berfirehî dane, atlas jî nedan. Ferheng ji ber sedema ku pir stûr e hatiye qedexekirin. Pirtûkên ne qedexekirî jî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve têne qedexekirin. Carcaran bi carekê re ji bi ser koxuşan de digirtin. 40-50 qerdiyan bi he re bi ser koxuşan de digirin û dijûnan li girtiyan dikin.

JI BER KU BI KURDÎ AXIVÎNE ÊŞKENCE LI ZAROKAN DIKIN

Asteng dikin ku pirtûkên ku girtiyan nivîsîne derkevin derve. Bi kamereyan 24 saetan koxuşan dişopînin. Ên ku li ber stranên Kurdî govendê digirin têne cezakirin (T2). Dest li ser nasnameya datînin. Bi xwe ve kirina qertê ferz kirin, yên ku bi xwe ve nakin nahêlin ku hevdîtinan bikin û bi telefonê baxivin. Cihê hewastadinê bi têlê direhî girtine. Girtî dema ku diçine hevdîtinê jî divê li pey hev bibin rêz. Li odeyên hevdîtinê 4-5 qerdiyan li nav maseyan digerin hem girtiyan û hem malbatan tacîz dikin. Girtiyan 7’ê Sibatê ev protesto kirine û hevdîtin di 10 deqeyan de qedandine. Girtiyên ku weke sirûg têne dema ku qebûl nakin ku wan tazî bikin, bi zorê cilê wan wan dikin û li wan dixin. Di beşa zarokan a Şakranê de êşkenceya giran li 6 zarokan kirine. Sedem jî ew e ku di nav xwe de bi Kurdî axivîne. Zarokek ji van jixwe bi Tirkî nizane. Destûra xelatê ku ev heq berê hatibû dayin, bêyî ku ti sedem were nîşandan hatiye rakirin.  Ji bo mafên ku hatine binpêkirin girtî her roj nêzî 70 daxwaznameyê dişînin rêveberiyê û dengê xwe derxînin lê ev hatiye redkirin û nekarîne ku bi rêveberiyê re diyalogê deynin.

ZEXT ZÊDE BÛN

Ji hêla dî ve di raporê de tê gotin  piştî ku Komîteya Çavdêr a Mafê Mirovan a Walitiya Izmîrê çûye bi girtî û rêveberiyê re hev dîtiye bi çar rojan zext zêdetir bûne.

Hate gotin girtiyên T2 dest bi grevar birçîbûnê ya 3 rojan a dorveger kirine. Ev greva birçîbûnê berdewam dike, hate gotin ku 15’ê Sibatê li T2’yê  kes, li T3’yê 5; 22’yê Sibatê 5 jin, 1’ê Adarê li T4 8 û 22’yê Adarê jî 7 kes bi giştî 33 kes di grevar birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Di raporê de navê girtiyên ku di grevê de ne wiha ne: 

Şakran T2: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mustafa Akar, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Arguz, Mûrat Dûran, Kasim Ozdemîr

Şakran T3: Zana Yaktin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçli, Ozkan Yaşar, Aslan Îlhan 

Şakran T4: Abdullah Aksû, Yûsûf Ozdemîr, Ronî Yavûz, Mûhammet Bîru, Şivan Bîrlîk, Ahmet Adaz Hacihemû, Nayîf Yargin, Veysî Kaya, Mehmet Dûrak 

Şakran - Jin: Hurriyet Dogan, Mahsûme Şedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez, Gûrbet Ozturk, Derya Moray 

Menemen: Alî Yaşar, Îmam Ozer, Ramazan û Ekrem 

Li Şakran T4’ê jî 7 kes ketine greva birçîbûnê lê navê wan nayê zanîn.