ÎHD’ê rapora xwe ya der barê Dîlokê de aşkera kir

ÎHD’ê rapora xwe ya der barê Dîlokê de aşkera kir

ÎHD’ê der barê bûyera li Dîlokê ku 4 kesî di encama êrîşa polîs û faşîstan de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li cihên bûyer pêk hatiye kamerayên mobeseyê xwedî girîngiyeke mezin in û got divê demildest bên lêkolînkirin.

ÎHD’a Dîlokê der barê bûyera li Dîlokê de ku polîsan êrîş bir ser gelê ku êrîşên Kobanê protesto dikirin  de rapor amade kir û avahiya komeleyê di daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkera kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê Hasan Sulu û rêvebera şaxê Ayşe Ozturk ku rapor amade kirin diyar kirin ku êrîşên nîjadperest ên lli taxên ku Kurd lê dijîn yên wekê Vatan, Ocaklar, Cînderesî, Aydinlar, Karayilan, Narlitepe û Firatê pêk hatine.

Ozturk diyar kir ku di encama êrîşên pêk hatine de avahiyên DBP’a Şahînbey û Şehîtkamîl hatine şewitandin û di encama bûyeran de 4 kes mirine û du jê xebatkarên cemawerî 20 kes jî birîndar bûne.

Ozturk destnîşan kir ku 12 kes bi amûrên birînê hatine birîndarkirin û kesekî din jî di bin akreba polîsan de maye û tasa serê wî parçe bûye û bi giranî birîndar bûye. Ozturk got ku 4 kesên din jî bi tifinga pompeyî birîndar bûne.

Ozturk diyar kir ku polîs û komên nîjadperest malên hinek kesan jî gulebaran kirine.

Ozturk bi lêv kir ku di bûyera ku di 9’ê Cotmehê de pêk hatiye polîsan mudaxaleya pêwîst nekiriye û got ku bi taybet divê kamerayên mobese bên lêkolînkirin.