ÎHD’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang li Wezareta Edaletê kir
ÎHD’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang li Wezareta Edaletê kir
ÎHD’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang li Wezareta Edaletê kir
Parazvanên Mafên Mirovan, di çarçoveya biryara Navenda Giştî ya ÎHD'ê ya têkildarî girtiyên nexweş de, li Amed, Wan, Edene, Îzmîr, Mêrsîn, Stenbol, Enqere û Erziromê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê heta 10'ê Îlonê 154 jê giran 526 girtiyên nexweş hene û piştî vekirina tîpên F hêjmara girtiyên nexweş zêdetir bûn.
STENBOL
Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo “Dawî li îşkenceya li ser girtiyên nexweş bê” bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kirin.
Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê ku her hefte bi armanca balê bikişînin ser binpêkirinênmafan ên li girtîgehan û rewşa tenduristiya girtiyên nexweş, di çalakiya “F” ya 81’mîn de li ber Amadeyiya Galatasarayê pêkanîn.
Parêzvanên mafê mirovan ku pankartên “Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîpa F bêne girtin” û “Em naxwazin li girtîgehan mirin çêbibe, bila girtiyên nexweş bêne berdan” vekirin û sloganên “Bila girtiyên nexweş bêne berdan”, “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” û “Bila girtiyê nexweş Hakan Golunç serbest bê berdan” qîr kirin.
Di çalakiyê de xwestin Hakan Golunç ê 12 caran emeliyat bû, nexweşê epilepsy û di mejiyê wî de tumor heye serbest bê berdan.
AMED
Piştî Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) biryar girt ku der barê rewşa girtiyên nexweş de çalakiyan pêk bîne, li Amed û gelek navendên din çalakî hatin lidarxistin. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapeleniyê. Di çalakiyê de xizmên girtiyan, nûnerên ÎHD, MEYA-DER, KURDÎ-DER, DÎAY-DER û SES'ê amade bûn. Komê di çalakiyê de pankartên "Bêyî ku hêj li girtîgehê lorîn û qerînek din bilind bibe" vekirin û dowîzên "Ma girtîgehe an kampa komkirinê ye?" "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Tecrit sûcê mirovahiyê ye, ji tecrîdê re na" bilind kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku ji bo bibin dengê azadiya girtiyên nexweş li hev kom bûne û wiha got: "Dîroka girtîgehan bi îşkence, mirin û zextan dişe bûye. Dewlet bi salan e vê feraseta xwe berdewam dike. Em dixwazin dewlet êdî dest ji vê ferasetê berde.
Piştre Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muhterem Suren jî daxuyanî xwend û diyar kir ku li gorî rapora ÎHD'ê ya Navendî li Tirkiyeyê heta 10'ê Îlonê 154 jê giran 526 girtiyên nexweş hene û piştî vekirina tîpên F hêjmara girtiyên nexweş zêdetir bûn. Piştî daxuyaniyê parazvanên mafên mirovan ji ber girtîgehê qetiyan.
EDENE
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê ji bi heman armancê li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Parazvanê mafên mirovan, pankarta "Ji tecrîdê re bes e" vekir û siloganên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Girtiyên nexweş rûmeta me ne" gotin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD, KESK, HDP, HDK amade bûn. Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Nejat Okay daxuyanida. Okay jî heman tişt anîn ziman û xwest êdî girtiyên nexweş serbest ben berdan.
WAN
Şaxa ÎHD'ê ya Wanê û TUHAD-DER'a Wanê jî bi heman armancê daxuyanî dan. ÎHD'ê û TUHAD-DER'ê li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan û bal kişand ser rewşa Ramazan Ozalp û Ergin Aktaş. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Omer Işik, daxuyanî da û xwest êdî hikûmet polîtîkayên xwe yên li ser girtîyên nexweş rast bike.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li ber Sumerbankê ya Konaka Berê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'a Îzmirê Prz. Adnan Kaya, xwest 526 girtiyên nexweş demek berî demekê serbest bên berdan.
MÊRSÎN/ENQERE/ERZIROM
Şaxên ÎHD'ê yên Mêrsîn, Enqere û Erziromê jî bi heman armancê daxuyanî da. ÎHD'a Mêrsînê li Cemîyeta Rojnamegeran daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û pakêta hikûmetê.
Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê jî bi heman armancê li kolana Yukselê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Li Erziromê jî Şaxa ÎHD'ê ya Erziromê bi heman armancê li komeleyê civîn pêk anî. D cvinê de Serokê ÎHD'a Erziromê Medenî Aygul, daxuyanî da û xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.