Îdîayên li ser bendava Firatê û rastiya rewşê - Hoşeng Hesen

Propagandeyên ku niha tên kirin beriya niha di operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî me bihîst. Dihat gotin ku bendava Mûsilê di xeteriyê de ye. Lê piştre derket ku bendav tiştek jê nehatiye .

Bendav li ber xeteriya herifandinê ye … bila Kurd paş ve vekişin ...Bendav herifî , îro nebe sibe û hwd.

Ev çend mînakên ku van rojan gelek dezgehên çapmeniyê belav û dixin rojevê.

Îdia der barê bendava Firatê ya bajarê Tebqayê de ne. 

Dibêjin ji ber nebûna elektrîkê asta avê di gola bendavê de bilind bûye û ev cihê metirsiyê ye. 

Pêr hejmarek ji endezyaran derbasî nava bendevê bûn û eşkere kirin ku rîskek cidî ser bendavê nîne. 

Tevî ve yekê xwediyên îdiayan gotinên xwe didominin û her saet zêde û mezintir dikin. 

Ji bo yên ku pêşketina hêzên QSD'ê dişopînîn ev ne diştek nû ye. 

Lewra piştî ku şervan nêzî bendavê bûn,  wekî her cara ku ber bi rizgarkirina deverekê ve diçin rastî propogendeya reşkirşnê hatin. 

Niha li dora bendavê 3 alî hene:

Yek; Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD); Ev hêza ku li ser banga sivîlan çûye, nepêkan e ku bi zanebûn tişkî wisa bi bendavê bike. Nexasim piştî rizgarkirina bendavê wê herêmên di bin kontrola wê de gelek sûdê jê wergirin, çi ji aliyê elktrîkê ve, çi jî ji aliyê çandinê ve. Herwiha gelek caran fermandarên QSD'ê tekez kirin ku ji bo parastina bendavê ew bi baldarî tevdigerin.

Hêza duyemîn a li wir e û hîn rêjeyek ji bendavê dagir kiriye, DAIŞ e: Tevî ku DAIŞ her tişt jê tê û mirov nikare zûbizû texmînan li ser bike, çavdêrên siyasî dibêjin ku ihtîmala teqandina bendavê ji aliyê çeteyan ve kêm e.  Ji ber bi herifandina bendavê wê lehî gelek bajaran li ber xwe bibe. Ji wan Reqa, Dêra Zorê û hin bajarên Iraqê ku hina di bin dagirkeriya DAIŞ de ne wê li ber herin. Bi vê yekê re wê beşek mezin ji xîlafetê DAIŞ`ê têk biçe û bi hezaran çeteyên wê tevî malbatên xwe bi vê yekê re tune bibin.

Hêza sêyem jî kolasyona navdewletî ye: Ji destpêka pêngava Xezeba Firatê ve alîkariya şervanên navenda çalakiyan dike û nuqteyên çeteyên DAIŞ bombebaran dike. Lê bi daxuyaniyekê gotibû ku hêzên koalîsyonê wê hemû hewldanên xwe bikin da ku ewlehiya bendavê biparêzin. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku hêzên wan di çarçova parastina bendavê de li nêzî bendavê bombeyên xwedî bandora mezin bi kar neanîne. 

Propagandeyên ku niha tên kirin beriya niha di operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî me bihîst. Dihat gotin ku bendava Mûsilê di xeteriyê de ye. Lê piştre derket ku bendav tiştek jê nehatiye .

Tiştê balkêş di herdû caran de, ew e ku bîngeha hemû nûçe , analîz û şîroveyên ku gelek dezgehên çapmeniyê dikin nûçeyek ji ajansa fermî ya DAIŞ`ê ye. Pirsa ku li vir derdikeve , gelo bi dezgeha Çeteyên DAIŞ`ê bawerî  dibe !!?