Îdîaya 'Tirkiyeyê alîkarî şand Kobanê' nehat piştrastkirin

Îdîaya 'Tirkiyeyê alîkarî şand Kobanê' nehat piştrastkirin

Bultena hikûmet rojnameya Sabahê, piştî serdana Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a li Enqereyê nivîsand, ku tirên alîkariyê yên dewleta Tirk ên ji bo Kobanê, ketine ser rê. Lê belê ev îdîa ji aliyê çavkaniyên herêmî û parlamenteran ve nehat piştrastkirin.

Li gorî îdîaya ku îro di rojnameya Sabahê de cih girt, li dû hevdîtina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a bi Wezareta Karên Derve û MÎT'ê re, dewleta Tirk ji bo alîkarîdayîna Kobanê ketiye nava tevgerê.

Di nûçeyê de hat îdîakirin, "TIR'ên ji derman û xwarinê ketin ser rê û wê bi navbeynkariya rêveberiya Kurd desteka lojîstîk bê kirin."

ÎDÎA NEHAT PIŞTRASTKIRIN

Lê belê îdîaya şandina TIR'ên alîkariyê ji aliyê çavkaniyên li ser sînor ve nehat piştrastkirin. Çavkaniyên ku bi rojane li ser sînor nobedê digirin, bal kişandin ser êrîşên duh êvarê zêde bûn û destnîşan kir ku wan di polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kobanê de ti guhertin nedîtine.

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF'ê, îdîaya mijara gotinê piştrast nekir û got, "Hînê di vê der barê de agahiyek li gel me nîne."

Irmak diyar kir ku ew ji hikûmeta ku gotibû "Em jî naxwazin Kobanê bikevin" li benda gaveke şênber in û bibîr xist ku di hevdîtinên wan ên li Kobanê de rayedarên leşkerî û siyasî ji wan re gotine, "Pêwîstiya me ne bi nan, bi çekê heye."

Irmak da xuyakirin ku aşkera ye ka pêwîstiya Kobanê bi çi heye û got, "Bila neyê ji bîr kirin, têkçûna Kobanê wê ne tenê têkçûna Kurdan be, têkçûna her kesên li herêmê be."