Huseyîn Negusel CHP'î: Ji ber polîtîkayên CHP’ê ên înkarê, min jê îstifa kir
Huseyîn Negusel CHP'î: Ji ber polîtîkayên CHP’ê ên înkarê, min jê îstifa kir
Huseyîn Negusel CHP'î: Ji ber polîtîkayên CHP’ê ên înkarê, min jê îstifa kir
Endamê Meclisa Bajar ya Çewlikê yê CHP'î Huseyîn Negusel ji ber polîtîkayên înkar û xwînrijandinê ji CHP'ê îstîfa kir û derbasî BDP'ê bû.
Li Çewlikê endamê Meclisa Bajar ya Çewlikê yê CHP'î Huseyîn Negusel ji CHP'ê îstîfa kir û derbasî BDP'ê bû. Bi boneya derbasbûna BDP'ê, li avahiya BDP'ê bi tevlibûna hevserokên rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Hayriye Sari, Halîs Yurtsever, endamê Meclisa Bajar ya Kanîreşê yê BDP'î Ahmet Uyanik û endamên meclisa bajar yên BDP'î daxuyanî hat dayîn.
Halîs Yurtsever da zanîn ku tevlibûna Huseyîn Negusel ya BDP'ê ew kêfxweş kirine. Negusel der barê tevlibûna BDP'ê wiha got: "Ev 4 sal in di nav CHP'ê de siyasetê dikim. Tu caran CHP'ê piştgirî neda min. Di pêvajoya çareseriyê de, piştgirî nedayîna pêvajoyê tê wê wateyê ku CHP piştgiriyê dide polîtîkayên înkar û xwînrijandinê, siyaseteke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê min jî CHP'ê îstîfa kir û derbasî BDP'ê bûm û ez ê li vir xebatên xwe yên siyasî bidomînim."