Huseyîn Deniz li ser gora xwe hate bibîranîn

Nûçegihanê berê yê Rojnameya Ozgur Gundem ê Serêkaniyê Huseyîn Deniz di salvegera 27’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundem ê Serêkaniyê Huseyîn Deiiz di salvegera 27’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu li gel rêveberên HDP’ê yên navçe û bajar û gelek kes jî tevlî merasîma bîranînê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê xebatkarên çapmeniyê hate girtin û şûnde Surucu axivî û bal kişand ku divê kuştinên kiryarên wan ne diyar ên li ser erdnîgariya Kurdistanê bên ronîkirin. Surucu bibîr xist ku tevî 27 sal li ser qetilkirina Huseyîn Deniz derbas bûye jî lê hê jî berpirs nehatine diyarkirin. Surucu got: “Bi qasî kesên berpirs daraza ku wan dernaxin pêşberî dadgehê jî bi sûc in. Huseyîn Deniz di rêya çapemeniya azad a gel de hate qetilkirin. Daxwaza wî rastiya gelê Kurd nîşanî hemû cîhanê bide. Lê hêzên tarî nexwestin ku ev rastî derbikeve. Ji bo wê Huseyîn Deniz û bi hezarna kesên mîna wî qetilkirin.”

Huseyîn Deniz 9’ê Tebaxa 1992’an dema ji malê ji bo cihê kar diçû di encama êrîşeke bi çek de bi giranî birîndar bû û 10’ê Tebaxê li Nexwexaneya Dewletê ya Amedê şehîd bû.