Huseyîn Akpinar dest bi çalakiya birçîbûnê kir

Huseyîn Akpinar dest bi çalakiya birçîbûnê kir

Welatparêzê Kurd Huseyîn Akpinar ku ji 13’ê Kanûnê ve li bajarê Flen yê Swêdê girtiye, ji bo protesto kirina helwesta Daîreya Koçberên ya Swêdê ji bo îro dest bi çalakiya birçîbûnê kir.

Akpinarê ku di sala 1990’an de hate Swêdê û daxwaza îltîcayê kir, serlêdana wî ya îltîcayê ji aliyê Daîreya Koçberan û Dadgeha Îltîcayê ve hatibû redkirin û her wiha biryar hatibû girtin radestî Tirkiyeyê bikin.

Akpinar bi hinceta hevdîtinê vexwendin Daîreya Koçberan û piştre radestî polîsan kir. Kurdistaniyên ku li Swêdê jiyan dikin bertek nîşanî vê helwestê dan. Kurdistaniyan li ber Daîreya Koçberan û Dadgeha Bilind ya Îltîcayê xwepêşandanekî protestoyî pêkanî bûn.

Konseya Kurdan ya Swêdê û Komeleya Çanda Kurdan ya li Stockholmê helwesta Daîreya Koçberan protesto kiribû û daxwaz kiribûn ku Akpinar serbest bê berdan. Dema ku hevdîtinên bi Daîreya Koçberan û Dadgeha Bilind ya îltîcayê encam negirtin, Akpinar aşkera kir ku dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye.

Akpinar diyarkir ku, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hember Kurdan li ser tunekirin û înkarê hatiye avakirin. Akpinar aşkera kir ku, di van sê salên dawiyê de piraniya wan BDP’yî derdora 10 siyasetmedarên Kurd, tenê ji ber ku mafên Kurdan parastine hatine girtin. Akpinar got, ger wî radestî Tirkiyeyê bikin ew dê bêgirtin û rastî îşkenceyê were.

Akpinar qetilkirina sê jinên Kurd yên siyasetmedar şermezar kir û da diyarkirin ku, ev bûyer karê dewleta kûr ya ku naxwaze aştî pêkbê ye. Akpinar balkişande ser yek ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz ku di nava jinên Kurd de xwedî kesayetî ku weke mînak dihate dîtin bû. Akpinar destnîşankir ku, guleyên ku li sê jinên Kurd yên siyasetmedar dane, tê wateya êrîşeke li dijî daxwaza aştî û azadiya gelê Kurde.