Hunermend Rojda serbest hate berdan

Hunermend Rojda serbest hate berdan

Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Rojda ya ku li Balefirgeha Ataturk hate binçavkirin piştî karên li Edliyeya Bakirkoyê serbest hate berdan.

Hunermenda NÇM'ê Rojda duh dema ku ji Balefirgeha Ataturkê biçe bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û di demjimêrên nîvro de sewqî Edliyeya Bakirkoyê hate kirin. Hate hînbûn ku, Hunermend Rojda ji ber lêpirsîna berê li Sêrtê hatibû binçavkirin, hate binçavkirin.

Hate zanîn ku, ji ber heman lêpirsînê ya ku berê îfade dayîn lê îfadeyê wê ji sîstemê nehatiye nîşandan hate binçavkirin. Piştî rewş hate sererastkirin Rojda serbest hate berdan. Hate hînbûn ku, hunermend Rojda careke din çû balefirgehê û dê biçe Almanyayê.