Hunermend Kilpper: Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye

Hunermendê Elman Thomas Kilpper ku li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e, ji bo tecrîda ku dewleta Tirk li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike got 'sûcê li dijî mirovahiyê ye'.

Thomas Kilpper ku bi hunera xwe ya bicihkirinê (Installation) û xêzkişanê li Elmanyayê li qada hunera nûjen hunermendekî naskirî ye, li ser tecrîda giran a dewleta Tirk li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike ji ANF'ê re axivî.

Kilpper ku li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e û dersên hunerî dide, ev şîrove kir: "Siyaseta şer a ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyeyê û herêmên Kurdan dimeşîne gihîştiye asteke metirsîdar."

Têkilîdarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ku zêdeyî 20 sal in dewam dike, hunermendê Elman Kilpper got, "Ev rewş bi tena serê xwe nîşaneya berbiçav a wê yekê ye ku Tirkiye mafên mirovan binpê dike." Hunermend Kilpper destnîşan kir ku tecrîd êşkenceyeke psîkolojîk e, ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang kir.

'ERDOGAN MAFÊN MIROVAN BINPÊ DIKE'

Hunermend Kilpper vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê rexne kir û got, "Ev rewş ji bo min gaveke metirsîdar e û bi dîtina min, ev yek nîşaneyeke din a binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê ye."

Hunermendê Elman Thomas Kilpper anî ziman, ku ne tenê li Tirkiyeyê dema dawî li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî mafên mirovan ji nedîtî ve tên û bal kişand ser cihêkariya li penaberan û koçberan tê kirin. Kilpper weke hunermendekî daxwaza xwe wiha anî ziman: "Daxwaza min ew e ku formên tundiya dewletê hemû bi dawî bibin û li şûna vê jî cîhanek bi mafên mirovan ê gerdûnî hebe."