Engels: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyê bixe nava gelan

Parêzvanê Mafên Mirovan ê Elman Tim Engels, rola Rêberê Gelê Kurd şiband rola Mandela, Adams, Arafat, Otegi û Puigdemont û got, "Azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo gelan aştî û azadiyê bîne."

Tim Engels ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li gel parêzeriya xwe bi parêzvaniya xwe ya mafên mirovan tê naskirin, bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî tecrîda giran a li Îmraliyê û sedema girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Engels bi bîr xist ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di mijara sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê de muxatab e, lê belê ev sazî tenê bi erka şêwirmendiyê radibe, ji ber ku berpirsyariya sereke ya hikumetên Konseya Ewropayê ye. Engels ev nirxandin kir:

"Biryarên Konseya Ewropayê, Tirkiyeyê eleqedar dike ku Tirkiye endamekî konseyê ye. Lê belê eger Konseya Ewropayê li gel hişyariyên CPT û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nakeve nava liv û tevgerê û bêdeng dimîne, sedema vê yekê bêguman têkiliyên leşkerî û bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re ye. Her wiha divê peymana li ser penaberan a Yekîtiya Ewropayê jî li vê yekê bê zêdekirin. Tirsa herî mezin ew e ku Tirkiye bikeve nava hewldanên ku vê peymanê bixe nava metirsiyê."

'AZADÎ WÊ TEVKARIYÊ LI AŞTIYÊ BIKE'

Parêzvanê Mafên Mirovan ê Elman Engel anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo gelên li herêmê aştî û azadiyê bîne û wiha dewam kir, "Bi dîtina min wê tevkariya herî mezin li xwerêveberî, azadiya jinê û Konfederalîzma Demokratîk a civaka demokratîk-ekolojîk bike."

Tim Engels bi bîr xist ku ji agirbesta destpêkê ya sala 1993'an heta pêvajoya Oslo, pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Îmraliyê gavên ji bo aştiyê hemû ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatin avêtin û got, "Bêguman qedandina şer û destpêkirina pêvajoya çareseriyê di destê wî de ye, ev yek beriya niha gelek caran hate dîtin." Parêzvanê Mafên Mirovan ê Elman rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şiband rola diyarker a Nelson Mandela, Gerry Adams, Yaser Arafat, Arnaldo Otegi û Carles Puigdemont ku di pêvajoyên çareserî û danûstandinan de lîst.

'FIKIR Û BERHEMÊN WÎ BANDORÊ LI HERÊMÊ DIKIN'

Engels destnîşan kir ku fikir û berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bandorê li tevgera azadiyê ya Kurd dike, her wiha bandorê li gelên Rojhilata Navîn bi taybetî hindikahiyên li herêmê dike û got, "Ji xwe ji ber ku ev rola wî tê zanîn Abdullah Ocalan li girtîgehê tecrîdkirî ye. Ji ber ku dewleta Tirk ne alîgirê aştî û çareseriyê ye."