Hûn nikarin bi qedexeyan piştgiriya ji bo Kobanê asteng bikin
Hûn nikarin bi qedexeyan piştgiriya ji bo Kobanê asteng bikin
Hûn nikarin bi qedexeyan piştgiriya ji bo Kobanê asteng bikin
Rêxistinên girseya demokratîk bi pêşengiya Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê li hev kom bûn û bi armanca pitşgiriya bi Berxwedana Kobanê re ji Tunelê heta Qada Galatasarayê meşiyan. Piştevaniyê da zanîn ku tu qedexeyên hukûmetê nikarin pêşî li piştgiriya ji bo Kobanê bigirin û daxwazên xwe bi van sernavan rêz kirin: “Hemû desteka ji bo DAIŞ’ê qut bikin, korîdora alîkariyê ji bo Kobanê vekin, bila statuya Rojava bê nasîn, tezkereyên şer û dagirkirinê şûn de vegerînin.”
Rêxistinên girseya demokratîk bi pêşengiya Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê, ji Tunela Beyoglu heta Qada Galatasarayê meşiyan. Di meşê de Dayikên Şemiyê di refên pêş de cihê xwe girtin û hunermend Ferhat Tunç Kaldiraç, ODP, SDP û komên anarşîst destek dan meşê. Di meşê de pankarta “Êdî bes e ji bo desteka ji bo DAIŞ’ê... ji bo Kobanê korîdora alîkariyê vekin’ û “Dawî li desteka ji bo DAIŞ’ê bînin” û dirûşimên “Bijî biratiya gelan”, “Bijî Berxwedan Kobanê”, “ Qatil DAIŞ, Hevkar AKP”, “Her der Kobanê, her der berxwedan” qêriyan.
Li Qada Galatasarayê ji bo bîranîna şervanên YPG û YPJ’ê yên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da deqeyek rêz hate girtin û li ser navê Platfroma Piştevaniya Kobanê Berdevkê Şaxên KESK’ê Hidir Dogan axaftinek kir.
Dogan bal kişand ku ev 40 roj in li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ û hêzên li pişt wê berxwedaneke destanî tê meşandin û diyar kir ku li gorî nûeçeyên di çapemeniyê de cih digirin, çekên kîmyewî yên di destê DAIŞ’ê de bi TIR’ên ku ji Tirkiyeyê çûne ji DAIŞ’ê re, ketine dest DAIŞ’ê. Dogan diyar kir ku li gorî agahiyên gihiştine, dest bi valakirina gundên herêmê kirine û rojnamevan ji herêmê têne dûrxistin. Dogan bal kişand ser polîtîkayên hukûmetê û da zanîn ku tu qedexeyên hukûmetê nikarin pêşî li piştgiriya ji bo Kobanê bigirin
Dogan diyar kir ku ew ê bi berdewamî polîtîkayên dewletê şermezar bikin û daxwazên xwe biqîrin û van daxwazên çalakgeran û Platforma Piştevaniya Kobanê bi van sernavan rêz kir: Hemû desteka ji bo DAIŞ’ê qut bikin, korîdora alîkariyê ji bo Kobanê vekin, bila statuya Rojava bê nasîn, tezkereyên şer û dagirkirinê şûn de vegerînin.”
Piştî daxuyaniyê Platforma Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê diyar kir ku ew ê tevlî çalakiya gerdûnî ya ku wê 1’ê Mijdarê dest pê bikin, bibin.