Hukûmeta herêmê 106 milyon dînar ji bo rojnameya Rûdaw xerc dike

Hukûmeta herêmê 106 milyon dînar ji bo rojnameya Rûdaw xerc dike

Dema ku şîrketa Rûdawê dest bi weşana xwe ya rojname, televîzyon, radyo û malperê kir îddîa kiribû ku serbixwe ye, ne girêdayî tu partî û rêxistinên siyasî ye. Lê aşkera bû ku tenê ji bo rojnameya Rûdaw a heftane, hukûmeta herêmê mehane 106 milyon dînar vediqetîne.

Rêbwar Kerîm Welî ku yek ji berpirsên televîzyon û rojnameya Rûdaw e, ji kovara Honayaî re diyar kiriye ku mehane 106 milyon dînar tenê ji bo rojnameya Rûdaw ku heftane weşan dike, ji aliyê hukûmeta herêmê ve tê dayîn. Her wiha Kerîm Welî got, “Pereyên Rûdaw ne yên bavê me ne, yên hinekan e.”   

Hêjayî gotinê ye ku hukûmeta herêmê ji tu şîrket û dezgehên ragihandinê yên serbixwe re, piştgiriya maddî nake. Her çi qasî Rûdawê di destpêkê de bangawazî dikir û xwe weke bêalî dida diyarkirin jî, piştî dest bi weşana xwe kir aşkera bû ku girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û ji ber çi sedemê hatiye damezirandin diyar bû.

Beriya ku kanala televîzyonê ya Rûdaw dest bi weşana xwe bike jî di 5’ê  Adara îsal de ji aliyê rojnameya Awêne ve der barê Rûdawê de nûçeyek hatibû weşandin û hatibû gotin ku, Aştî Hawramî Wezîrê Berhemên Xwezayî, bi biryara Nêçîrvan Barzanî ji dahata neftê bê ku parlamenter biryarê bidin, 35 milyon dolar ji şîrketa Rûdawê re veqetandiye.